Li Herêma Kurdistanê 15 kes ji Coronavîrusê mirin û 480 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 480 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 15 kes ji ber Coronavîrusê mirin.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 372 hezar û 605 kes bi vîrusê ketin û 6 hezar û 789 kes jî ji ber vîrusê mirin.(ÎLKHA)