Li Hindistanê lehî rabû: 15 mirî, zêdetirî 100 windayî
Di lehiya ku li eyaleta Andhra Pradeşa Hindistanê rû da de herî kêm 15 kes mirin û 100 kes jî winda bûn.
Li gorî medyaya herêmî, ji ber barana zêde li eyaleta Andhra Pradesha li başûrê Hindistanê lehî rabû, di encama lehîyê de herî kêm 15 kes mirin û zêdeyî 100 kes jî winda bûne.
Hat ragihandin ku lehî li wargehên bi navê Chittoor, Kadapa, Kurnool û Anantapurê tesîra xwe êde dike.
Li gorî nûçeyên medyayê, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo dîtina kesên winda didomin. (ÎLKHA)