Aliyev û Paşînyan dê li Brukselê bicivin
YE’yê ragihand ku Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê meha Kanûnê li Brukselê bicivin.
Serokê Konseya Yekîtîya Ewrûpayê Charles Michel derbarê mijarê de destnîşan kir, Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê meha Kanûnê li Brukselê bicivin û ew ê di civînê de geşedanên herêmî bên gotûbêjkirin.
Michel diyar kir ku lîderan li hev kirine ku li Brukselê li ser rewşa herêmê û rêyên kêmkirina rageşiyê bicivin. (ÎLKHA)