Ji ber sûr'eta zêde qeza pêk hat: Ji heman malbatê 3 kes mirin
Di qezaya ku ji ber sûr'eta zêde li Konyayê pêk hat de ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Qeza li kîlometreya 3yemîn a rêya Konya-Aksarayê pêk hat.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta ku ajovanê wê ji ber leza zêde kontrola dîreksiyonê winda kir, li tabelaya di nîvê rê de qelibî û derbasî rêya hember bû.
Di qezayê de ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî dijwar birîndar bûn.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)