Li Enqereyê 38 koçber hatin girtin
Di kontrola ku li navçeya Golbaşiya Enqereyê hat kirin de 38 koçberên neqanûnî yên Efxanîstanî û 2 gumanbarên ku koçber anîne bajêr hatin girtin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku hat dayîn de hat diyarkirin şikbarên qaçaxçîtiyê li dadgeha ku sewqî dadgehê hatin kirin de hatin girtin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, di kontrola ku li navçeya Golbaşiyê ji teref Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li Dijî Qaçaxçîtiyê û Deriyên Sînor ve hat kirin de 38 kes hatin binçavkirin. Koçberên neqanûnî yên ji Efxanistanê û 2 gumanbarên ku kes anîne parêzgehê hatin girtin. (ÎLKHA)