Li Herêma Kurdistanê 19 kes ji Coronavîrusê mirin û 502 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 502 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 19 kes ji ber Coronavîrusê mirin.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 368 hezar û 376 kes bi vîrusê ketin û 6 hezar û 639 kes jî ji ber vîrusê mirin.(ÎLKHA)