Li Herêma Kurdistanê 25 kes ji Coronavîrusê mirin û 427 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 427 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 25 kes ji ber Coronavîrusê mirin.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 367 hezar û 874 kes bi vîrusê ketin û 6 hezar û 620 kes jî ji ber vîrusê mirin.(ÎLKHA)