• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Polêsek di operasyona narkotîkê ya li Balikesîrê de canê xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Walîtîya Balikesîrê ve daxuyanîyek hat belavkirin, di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku doh ji teref ekîbekî Yekîneya Narkotîkê ya Midirtîya Ewlehîya Navçeya Edremîtê ve di seat 18.10an de li navçeya Havranê operasyon hat lidartxistinku di dema operasyonê de êrîş li polêsan hat kirin. Di êrîşê de polês Abdullah Gûngor birîndar bû.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku Abdullah Gûngorê birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve hat rakirin Nexwaşxaneya Dewletê Edremîtê. Abdullah Gûngor di encama temamê mideheleyan de canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku 3 mirovên şikdar hatin qefaltin û ji bona şikdarên dinê jî tehqîqat berdewam dike.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir