Ji ber avahîya ku hilweşîya 3 kes hatin tewqîfkirin
Li Taxa Sitmapinara li navçeya Yeşîlyurta Malatyayê avahîyeke du qetî hilweşîyabû ku ji ber vê yekê lêpirsîn hat destpêkirin.
Di encama hilweşîna ku pêk hat de 13 kes di bin avahîyê de man. Çawa ku bi bûyerê hat hesîn re ekîbên tenduristî û rizgarkirinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.Di encama xebatên ku hatin kirin de 13 kesên ku di bin enqazê de mabûn hatin rizgarkirin.
Di bergeha lêpirsîna ku hat destpêkirin de 3 kesên şikdar hatin tewqîfkirin.(ÎLKHA)