• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Mehkûmîyeta Yûsifîyan a ku 30 salan berdewam kir bi dawî bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mislimanên Mustazaf ên ku di salên 90î de di hedefa FETO, PKK, JÎTEM û Ergenekon de bûn, li rasta gelek zilm, êrîş, tehdayî û îşkenceyan hatin. Misliman ji ber ku hewl didan dînê xwe bijîn û li derdorê belav bikin bi neheqî û bi kumpasan hatin avêtin zindanan û bi salan di zindanan de hatin girtin ku ji van Misliman du kes jî Îbrahîm Xalîl Gov û Abdullah Zengîn e ku ev her du Misliman piştî ku 29 salan di zindanê de hatin girtin re bi serbestîya bi çavdêrî hatin berdan.

Di wan salên 90î de hinek Misilmanên ku îzzeta Îslamê diparastin jî ji ber  zilmên wan rêxistinên navborî;  an hîcret dikirin ji welatên xwe derdiketin an jî ji teref endamên wan rêxistinan ve ku di dadgehada bûn, derheqê Misilmanan de qirarên mehkûmîyetê dihat dayîn.

Misilmanên Mustezef, bi hefteyan zêdetir di bin îşkenceyan da dihatin girtin; piştî pirsyarîya ku ji dihat kirin bi sûc, delîl û îddîanameyên ku ne rast bûn û ji teref wan ve hatibûn amadekirin, cezaya mueebbet dihat dayîn.

Di nava pêvajoya girtîbûnê de hinek Misliman ji ber şert û mercên nebaş ên hepsê dûçarî nexweşîyên giran bûn, hinek ji wan ji ber ku dê û bavên wan nexweş bûn nikaribûn wan bibînin, hinek ji wan  dema ku dê û bavên wan rehmet kirin nehiştin ku beşdarî cenazeyê bibin. Mislimanên ku wê demê bi neheqî hatin girtin û hatin avêtin zindanan daxwaz kirin ku ji nû ve werin darizandin; lê belê ev daxwaza wan ti car bi cî nehat. Hakim, dozger û kesên mîna van ên di adlîyê de van Mislimanan darizandibûn û ji wan re cezas dabûn. Piştî çend salan FETO wek rêxistineke terorê hat hesibandin û ev dozger, hakim û polêsên ku Mislimanan binçavkirin, darizandin û ceza dan wan ji wezîfeyê hatin dûrxistin û hatin girtin; digel vê yekê dîsa jî cezaya Mislimanên Mustezaf nehat betalkirin û ji nû ve nehatin darizandin.

Hinek Yûsifîyên ku cizayê wan qedîyane ji hepsê derketin, hinek li benda roja qedandina cizayê xwe sekinîn û hinek jî hêj disekinin.

Îbrahîm Xalîl Gok û Abdullah Zengîn gihîştin azadîyên xwe

Ji wan Yûsifîyan ên bi navê Îbrahîm Xalîl Gok û Abdullah Zengîn, salekî ma ku cizayê wan biqede bi serbestîya bi çavdêrî  doh ji Hepsa Tîpa D’yê ya Dîyarbekir hatin berdan.

Gov û Zengîn doh di seat 14.00an de hatin berdan, hevalên wan ên de’wê û mirovên ku ji wan hezdikin jî li ber hepsê hêvîya wan bûn.

Wexta Gov û Zengîn ji derê hepsê derketin derve, hevalên wan gelek keyfxweş bûn. Ji Yûsifîyan Abdullah Zengîn, kêfxweşîya xwe ya azadîyê bi secdeyaa şikrê nîşan da.

Gov û Zengîn di sala 1992yan mehê Cotmehê de hatibûn binçavkirin, bi hefteyan di binê îşkencê de hatin girtin û piştî darazdineke dirêj  cizayê muebbetê ji wan re hatibû dayîn.

Gov û Zengîn wexta ku hatibûn binçavkirin 18 salî bûn, 29 salên xwe wekî hevalên xwe yê dinê, bi sebrê û bi hêzdarîyê derbas kirin û hepsê ji xwe re kirin weka Medreseya Yusufîye.

Îbrahîm Xelîl Gov di sala 2018an meha Tîrmehê de, Abdullah Zengîn jî di sala 2017an meha Cotmehê de zewîcîbûn, lê ji bona ku ew beşdarî dawet û dîlana xwe bibin ji wan  re destûr nehatibû dayîn.

Abdullah Zengîn û Îbrahîm Xelîl Gov wexta ketibûn hepsê 18 salî bûn, wexta ku derketin jî 47 salî bûn. 29 salê ku ji heyatê Gov û Zengîn dizîne ti sîstemek û ti darazek nikarin îade bikin. (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir