Bi balafirên bê mirov êrîş li ser mala Serokwezîrê Iraqê Kazimî hat kirin
Hat ragihandin ku bi balafireke bêmirov a çekdar (SÎHA) êrîş li mala Serokwezîrê Iraqê Mustafa El Kazimî hat kirin û Kazimî bêyî ku birîndar bibe xelas bû.
Di daxuyaniya Tora Meydana Ewlekariyê ya Hikûmeta Iraqê de hat ragihandin ku mala Kazimî ya li Herêma Kesk a Bexdayê rastî êrîşa "droneyeke çekdar" hatiye û tiştek bi Serokwezîr nehatiye û rewşa wî ya tenduristiyê baş e.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Ez baş im, li gel malbata xwe me. Ez bang li her kesî dikim ku arambin."(ÎLKHA)