Li Herêma Kurdistanê 11 kes ji Coronavîrusê mirin û 657 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 657 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 11 kes ji ber Coronavîrusê mirin.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 364 hezar û 258 kes bi vîrusê ketin û 6 hezar û 158 kes jî ji ber vîrusê mirin.(ÎLKHA)