• DOLAR 32.441
  • EURO 34.844
  • ALTIN 2400.728
  • ...
Li Endonezyayê ji ber lehiyê 6 kes mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ajansa Rêveberiya Afatê ya Neteweyî ya Endonezyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku ji ber lehiyê li parêzgeha Javaya Rojhilat herî kêm 140 welatiyên xwecihî hatin tehliyekirin.

Ajansê ragihand ku heta niha termê 6 kesan hatine dîtin, 3 kes jî winda ne.

Hat destnîşankirin ku xebatên lêgerîn û xilaskirina windayan dewam dikin. Demsala baranê, ku her sal di meha îlonê de li Endonezyayê dest pê dike, di navbera çile û sibatê de bilind dibe. Li welêt di dema barana zêde de lehî û şimitîna axê gelek caran diqewime. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir