• DOLAR 34.654
  • EURO 36.349
  • ALTIN 2920.056
  • ...
Birayê şehîd Qutbeddîn Yeşîlmen qala heyata wî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

QYeşîlmen di salvegera şehadeta birayê xwe de got, “ Birayê min wexta ku apê min şehîd Seyyîd Hûseyîn hatibû Mîdyatê bi temamî hebûna xwe alîkarîya de’wê kir. Di vê rê de dikaribû her tiştê xwe feda bike. Şehîd Qutbeddîn di van xebatên xwe de bi samîmîyet bû.”

Di sala 1990an de xwedîderketina li De’wa Îslamê bi xwe re hinek xetereyan jî dianî, wê demê weka dema eshabîyan bû ku tarîx dubare dibû, misilmanên ku li herêmê heyata xwe didomandin îmtîhaneke gelek giran didan.

Wê demê li alîyekî zilma PKKêya  li ser xelqê hebû, li alîyeke dinê jî zilma dewletê hebû, ji misilmanan re heqê heyatê nedidan. Misilmanên herêmê ew qas zilm, te’dayî, îşkence û tengasîyê dikişandin dîsa jî ji heyeta xwe yên Îslamê bernedidan û roj bi roj ji bona de’wa Îslamê şehîdek didan.

Di gel her zor û zehmetîyan , şiûra Îslamê pêl bi pêl belav dibû. Misilmanên ku her xetereyan dabûn ber çavên xwe, ne jîyana Îslamê ne jî ji de’wetkirina însanan a li Îslamê tu car bi paşda gav nedavêtin. Li her cîhî de’wa Îslamê ji însanna re vedigotin.

Li herêmê gelekî xort şehîd ketin ku ji wan yek jî Qutbeddîn Yeşîlmen bû. Ji ber vê yekê Adnan Yeşîlmenê birayê Qutbeddîn Yeşîlmen ji ÎLKHAyê re daxuyanî da û qala jiyana Îslamî ya birayê xwe kir.

“Birê min Qutbeddîn bi hatina apê min guherî û emrê xwe ji Îslamê re weqf kir”

Yeşîlmen destnîşan kir “Şehîd Qutbeddîn birê min bû. Em bi eslê xwe ji seyyîdên Becirmanê ne. Birê min di sala 1968an de hat dinyayê, zewicandî bû û sebîyekî wî hebû. Şehîd bi firotina mêwe û sebzeyan îdareya xwe dikir. Ji ber ku em seyyîd bûn di biçuktîyê de jî dîndar bû. Wexta ku apê me şehîd Hûseyîn hat Mîdyadê bi me re şiûra Îslamê çêbû.Ji ber vê yekê êdî armanca me ne ku ji bona me tenê domandina heyatek Îslamî bû, armanca me him ji bo me him jî ji însanan re heyatek Îslamî bû. Hemd ji Xwedê re be; birê min Qutbeddîn bi hatina apê min weka ku tişkîy xwe hinda kiribû û vê tiştê xwe dîtibû ji bona de’wa Îslamê bi temamê hebûna xwe ji Îslamê re xebitî.Ji bona vê de’wê dikaribû her tiştê xwe feda bike. Şehîd yekî bi qerar, bi îxlas bû û li îbadetên xwe jî pir dîqet dikir. Şehîd yekî amil bû. Xwedê Teala wî bi ceneta xwe şa bike.”

“Li hember îmtîxanan sebrê ji me re tewsîye dikir”

Yeşîlmen destnîşan kir ku birê wî ji wan re li hember mûsîbet û belayên ku di pêvajoya de’wê de bê pêşîya wan re, ji wan re digot xweragir bin. û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li hember mûsîbet û belayên ku di sireca de’wê de bê pêşîya me,  şehîd li me tembîh dikir  û digot ‘Van tiştan tev ji bona îmtîhanê ye’. Ji me re digot çawa ku bela û musîbet dihat li serê eshabîyan ev tiştên ku bên serê me jî bi qanûna Xwedê ye. Ji ber vê yekê li me tembîh dikir ku ev bela û musîbet wexta ku bê serê me lazim e ku em sebir bikin. Wê demê neyarên Îslamê ji bona ku misilman dînê xwe di heyata xwe de tetbîq nekin  xebatan dikirin. Însanan, ji ber tehdît û zilmê endîşedar dibûn. Hemd ji Xwedê re be ku şehadetekî gelek xweş nîşanê me da,rast e bi me zor tê, lê wexta ku em mukafata Xwedê difikirin em gelek keyfxweş dibin.”

Yeşîlmen derheqê roja şehadeta şehîd Qutbeddîn û piştî şehadeta wî de destnîşan kir, “Birê min nimêja serê sibe dike û tableya xwe ya mêwe û sebzê derdixe û dezgeya xwe duz dike, lê paşê ferq dike ku panzer bi ser wî de tê. Hetta mirovekî ku wê çaxê li ba wî ye jî şahidîyê dike. Şehîd li alîyekî, mirovê dinê jî alîyekî dinê diçe. Lê panzêr li alîyê birê min ve diçe û wî şehîd dike. Hesineke panzêrê li şehîd dikeve. Birayê min ji ber windakirina xwîna zêde şehîd ket. Ew mirovê ku li ba birê min bû destnîşan dikir ku wexta panzêr li Qutbeddîn xist ez çûm balê min wî guhdar kir, Qutbeddîn kelîma şehadetê digot. Hemd ji Xwedê re ku di hilma xwe yê dawîn de, anîna kelîmê şehadetê nîşana şehîdbûnîya wî ye. Xwedê Teala ji me re jî şehadetê bike nisîp.”

“Şehîdê, bavê min bi destê xwe şuşt û wî defin kir”

Yeşîlmen di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir:“Wexta ku cinaza wî hat malê, min ji bona çûyîna mektebê hazirîya xwe dikir. Bavê min jî li nav ‘erd xebatê dikir. Min çû xeberê da bavê xwe. Wexta ku bavê min hat li cinazê nihêrt ji me re got ‘şaşîya we heye. Tiştek bi Qutbeddîn nebûye’. Birastî jî rûyê wî weka ya mirîyan nebû, Elhemdulîllah ew şehîd bû. Min ji bavê xwe re got ‘ bavo me wî bir doxtor û doxtor ji me re got mirî ye.’ bavê min jî ayeta ‘em ji Xwedê hatin û em ê dîsa herin cem Xwedê’ xwend û sebrê nîşan da. Bi alîkarîya Xwedê me tev sebrê nîşan da. Bavê min bi destê xwe ew  şuşt û li Mîdyatê defin kir. Xwedê Teala me tevan li cennetê bi hev ra şa bike. Xwedê Teala me tevan ji de’wa xwe re bike  xizmetkar. Di hilma me yê dawîn de jî şehadetê bike nisîbê me.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir