• DOLAR 32.482
  • EURO 34.817
  • ALTIN 2440.958
  • ...
Suud Ebu Mahfuz: Em ji Kurdan têkoşîna Selaheddîn Eyyubî daxwaz dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameya “Hevdîtina Aliman” a ku ji teref ÎTTÎHADUL ULEMAyê ve di sala 2015an de bi beşdarbûna alimên çar alîyê cîhanê li Dîyabekir tê tertîpkirin îsal jî di 16ê cotmehê de 6emîna bernameyê hat tertîpkirin.

Alimên ku ji Tirkîye, Iraq, Sûri, Libnan û Urdinê beşdarê bernamê bûne, pirsgrêkên alema Îslamê û “Înkarkirin” a ku di nav Kurdan de tê belavkirin di bernamê de hat nirxandin.

Di bernamê de Suud Ebu Mahfuzê alimê  Urdinî û mebûsê berê  jî xeberdanek kir.

Temamê xeberdana Ebu Mahfuz wisa ye:

Birayên min ê hêja yê alimên Kurdên bi rûmet!

Kurd, milletekî bi şeref in ku Îslamê di dema wî ya ewil de qebûl kirine. Agira ku jêre diperestîyan wê agirê tefandin, îbadetê xwe terk kirin û ketin nav sefên Îslamê û Îslamê kirin taca serê xwe. Li pey bawerîya Îslamê Ereb û Kurd, ji feydên cografyekî, tarîxekî û dînekî ortax îstîfade kirin. Kurd li gora me wekî xelqê Erebên dinê, xelqekî bira ye, hetta em xelqekî cîvîkin. Di nav xelqê misilmanên dinê de ev ê herî nêzê Ereban in Kurd in. Milletê Kurd ji cîhadê,şehadetê, alîkarîyê û nîzamê hez dikin, milletekî dîndar e.

Kurd, bi beşdarbûna Herba Malazgîrtê tarîxê veguhartin. Bi vê herbê re li Anadolîyê û rojhilata Tirkîyê mil dan Îslamê û wî qewetdar kirin. Bi sekna xwe yê helwesta rast, misilmanên Sûnnî qewetdar kirin. Dîsa kurd, berê xwe dan Ewropayê û di hember 38 qewman de herbê kirin. Selaheddîn li hember wan qewman bi şûrê herb nekirîye, bi esaleta xwe herbê kir. Selaheddîn, fermanderekî cengawer û qehreman bû,şûrekî li hember neyarê Îslamê bû, Freng û Fransizan jî ji Filîstînê derxistibû.

Ez û qewmê min bi eslê xwe ji Filîstînê ne û li Urdinê de miltecî ne.Fatimîyê ku Qudsê teslîmê Xaçperstan kiribûn em ji wan bûn. Piştî hatina Kurdan nîzama me ya demografîk û mezhebî guherî. Niha em jî wekî Kurdan Sunnî yên Şafiî ne. Mezinên we alimê mezinê me bûn. Pêşîyên we mezinên me bûn. Ji bona Î’laya Kelîmetullah bi tevî herba Hittînê 47 herb kirin. Selaheddînê Eyyubîyê Kurd, yek ji 3 fatihên mezin ê dîroka Îslamê ye. Selaheddîn li derdorê Mescîda Eqsayê  mektebên ku dersê mezhebê Şafiîya dida vekir. Nêzî heşt sed salan e ku alimên Şafiî yên mezin di wê mektebê perwerde dibin. ‘Ilm, çand û terbîyeya xwe li vê mektebê girtin. Yek ji alimên mezin ê navdar Şêx Hekkarîye ku bi eslê xwe Kurd e û ji Colemergê ye. Niha li bajara El-Xelîl ku yek ji bajarê herî mezin ê Filîstînê ye, piranîya milletê wê derê bi eslê xwe Kurdin. Di her malekî de Kurdek heye.

Bajarê Nablusê, ji teref Husameddîn Laçînê xwarzê Selaheddîn ve hate fetihkirin. Her wisa bajarê Sefedê jî ji teref Kurdan ve hate fetihkirin. Dîroknas û Seyyah Ewlîya Çelebî dibêje: “Di sala 1671ê de dema ku ez çûme bajara Sefedê min dît ku piranîya gelê wê derê Kurd bûn.” Her wisa li bajara El-Ludê, Heyfayê û pir herêmên dinê yên Filîstinê Kurd hene. Eşîra ‘Ebu Heyca’ mezintirîn eşîra Filîstînê ye. Vana newîyên Ehmed Hesen Ebû Heycan in.

Çend sed sal e li van erdên mubarek rûmeteke Kurdan heye. Ma qey we qîrîn û mûcadeleya Ummu Kamîl a li taxa Şêx Cerraha Kurd nebihistîye? Her wisa we Munaya Kurd û Muhammedê Kurd ên ku 49 sal e zilm û zordestîyên îşxalkeran bi fotografên xwe di her platforman de eşkere dike qey nebihistîye? Munaya Kurd û Muhammedê Kurd parçeyek ji Filîstînê ne. Xelqê Kurd ê li Filistînê, sebîyên wan micahidan in ku bi Selaheddîn re hatibûn. Malbatên Îmam, Bestamî û Qeymerê ku li Qûdsê ne jî ji vanan e.

Li Qeleya Qeymera ku di navbera Musul û Exlatê de ye, daristanên Serokên Kurdê ku ji qewmên Qeymerê hatine heye.

Li nav Musul û Exlatê mezelên Kurdên ku li alîyê bakura Musul, Serokên ku li Qeleya Kaymarê hatine welat jî hene. Hey mirovên esîl ên ku ji bona azadîya Qudsê, ji Behra Spî bi rê ketine û hatine Qudsê, ji bona xwîna ku we di vê rê de rijand, ji bo fedekarîya we û ji bona cîhada we  em ji we re teşekkur dikin. Kurd ji bona bi rêxistina Misilmanên Asyayê, hatine Qudsê. Ji roja ku hatine heta îro eşîrên wan li vê welatî hene û wezîfê xwe bi cîh tînin.

Hey Kurdno! Rêyekek we ya ku tê şopandin û bûye  hêvî heye. Em li benda we ne, guhê me dixwaze ku bila dengê we guhdar bike. Li pey rêyeka bi talûke ye, ji bona roja hatina we çav li rêyên we ne. Tê xwastin ku li vê derê dewleteka yahîdî yê ku paytexta wî Quds be bê avakirin. Rast e hun di welatê xwe de bedêlekê dan… Hûn bela bûn… Li ser cîhanê hûn nehatin hesibandin… Li Rojhilata Navîn hêjmara we pir e lê dîsa jî dewleteka we tune ye… Serokên we rojên zor û zehmetîyê kişandin. Lê xelqêkî bi ‘esil û îman in. Her wisa hun di ser erdên muqeddes de xwedîyê tecrûbe ne. Ummet ji bona azadîya wan ‘erdan dîsa bang li we dike. Resulê Xwedê (s.x.l) ji bona taîfeya ku vê erda muqeddes xelas bike di hedîsên xwe de wesfên wan gotîye, gelî Kurdno hûn van wesifan tevan di xwe de dihewînin.

Gelî birayên min ê Kurd! Di nav welatê me de xanî û nîşaneyên ku ji teref 15 eşîrên we ve yê ku di dîrokê de hatibûn çêkiribûn hê jî hene. Ewê qet nikaribin xelqê Kurd ji xelqê Ereb biqetînin. Bi ‘heman şeklî ewê nikaribin Tirkan jî ji Ereban biqetînin. Kurd û Tirk li hember neyarên rezîl mihafazakarê Îslamê ne. Hêvîya me ye ku em ji we Kurdan dîsa Selahaddînekî bibînin. Hey Selahaddîn, tu qehremanek bûyî, di herba Hittînê de û herbên te yê dinê de silav ji tere be.

Pîrekên Dîyarbekirî ji tarîxa 2yê Cotmehê 1187an heta 7ê Cotmehê 1187an Mescîdî Eqsayê bi ava gulan şuştin, Xaçeperestan mizgeftê kiribûn axir. Di mizgeftê de 500 deveh û 2 hezar belgîr xwedî dikirin. Alîyekî mizgeftê jî kiribun destav û hemam. Medenîyeta ku Ewropa dianî, ewakî bû. Piştî paqîjîya pîrekên Dîyarbekirî, Qazî Îbnî Zekî li mizgeftê xutbe da. Bi vê şeklê Qazî Fadil û Selahaddîn Eyyubî vê bajara miqaddes ji pîsîtîyê paqij kirin.

Di gotina xwe yê dawîn da ji bona qehremanî û yadîgarîyên we ez spîsayîya xwe û hurmeta xwe ji Kurdên Kurdistana Îranê, Iraqê, Tirkîyê, Ermenîstanê û ji Kurdistana Sûriyê re dişînim. (ÎLKHA)

 

 

 

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir