Wezîrê Derve yê Îranê Ebdullahiyan bi vîrusa Koronayê ket
Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Seîd Xatîpzade ragihand, rewşa giştî ya Wezîrê Derve Huseyîn Emîr Ebdullahiyan baş e.
Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan bi vîrûsa koronayê ketiye û di karantînayê de ye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Seîd Xatîpzade ragihand ku rewşa giştî ya Abdullahiyan baş e û di pêvajoya karantînayê de rojane xebatên xwe didomîne. Hat ragihandin ku testa Koronayê ya Abdullahiyan doh pozîtîf derketiye. (ÎLKHA)