Pentagon: Hevkariya me bi HSD re berdewam dike
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby got ku hevkariya wan a bi PKK/YPGê re dewam dike.
Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsên rojnamevanan da û got, "Em bi taybetî û tenê di şerê li dijî DEAŞê li Sûriyeyê de hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin."
Li ser pirsa li ser operasyoneke muhtemel a Tirkiyê li bakurê Sûriyê, Kirby got ku ew ê "li ser vê yekê şîrove nekin". (ÎLKHA)