• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Nêçîrvan Barzanî: Yên ji ber lehiya Hewlêrê ziyan dîtine emê alîkariya wan bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh li ser rewşa lêqewimî û ziyanmendên lehiya Hewlêrê û hinek navçeyên wê, li gel Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnav peywendiyeke telefonî pêk anî û tekez kir ku wî aliyên peywendîdar raspardine ku alîkariya ziyandîtiyên lehiyê bikin û pêdawîstiyên wan dabîn bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiya telefonî de rewşa mexdûrên lehiyê ji Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnav pirs kir û behsa çawaniya serederiya aliyên hikûmî li gel rewşê û alîkariya lêqewimiyan, kir.

Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Serokatiya Herêma Kurdistanê ji nêzîk ve pêdaçûnê bo cihên ziyandîtî yên lehiyê dike û aliyên peywendîdar raspardine bo alîkarî û hevkariya lêqewimiyan û dabînkirina pêdawîstiyan û herwiha ragihand, xweşbextane ti ziyaneke canî ya lehiyê nebûye.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw jî jibilî pêşkêşkirina puxteyek li ser cih û qebareya ziyanan û rewşê bi giştî, spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir ji bo pirsîn û pêdaçûna rewşa lêqewimiyan û ziyanmendan û amadebûna bo alîkarî û hevkariyan.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir