• DOLAR 34.198
  • EURO 38.182
  • ALTIN 2915.87
  • ...
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Macarîstanê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hevdîtina ku doh hatin kirin de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahî û hêviya serkeftin û piştgîriya xwe ya ji bo balyoz, her wiha ji bo piştgîrîkirina li Herêma Kurdistan û Iraqê ya li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş da û ji bo hevkariya mirovî ku pêşkêşî koçber û penaberan kirine spas û pêzanînên xwe ji bo Macarîstanê derbirî û xwesta Herêma Kurdistanê jî ya ji bo pêşxistina peywendiyan dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve Konsolê Giştî yê Macarîstanê xweşhaliya xwe ya bi destbikarbûnê nîşan da û tekez li wê yekê kir ku welatê wan pêgire bi pêşxistina peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê bi taybetî li warê aboriyê da, ji bo vê mebestê jî li pey derfetên zêdetirê alîkarî û hevbeşiyê da digerin.

Hilbijartinên Iraqê, pêşbîniyên ji bo paşeroja proseya siyasî û damezrandina Hikûmeta Iraqê û şerê dijî terorê, mijarên dinên vê hevdîtinê bûn.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir