• DOLAR 32.371
  • EURO 34.67
  • ALTIN 2382.035
  • ...
Kalê ku nêzî 7 sal an li kolanan dijî, li ser kursiyê mir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Mehmet Akînê (70)  ku bi eslê xwe Mêrdînî bû û nêzî 7 sal berê hatibû Siwêregê ji ber ku kesê wî tunebû û li kuçeyan dijiya, êvaran li qehwexaneyekê radiza û bi piştgiriya xêrxwazan îdareya xwe dikir.

Akîn danê vê sibehê dema li Parka Lamî Odabaşi li ser kursiyê bêhna xwe dida jiyana xwe ji dest da. Welatiyên derdorê dema dîtin ku Akîn li ser kursiyê bêtevger maye agahî dan ekîbên servîsa lezgîn 112. Ekîbên ku hatin herêmê, di kontrolên ku kirin de diyar kirin ku Akin jiyana xwe ji dest daye. Hat hînbûn ku ger kesek neyê dîtin dê Akîn li goristana sêwiyan bê definkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir