Akar bi hevkarê xwe yê Amerîkayî re hevdîtin kir
Wezîrê Parastina yê Tirkîyê Hulusî Akar bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd James Austin ra bi telefonê axivî.
Di hevdîtinê de têkiliyên dualî û herêmî hatin gotûbêjkirin. Di daxuyaniya ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de derbarê mijarê de ev daxuyanî hatin dayîn: "Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd James Austin di 27ê Cotmeha 2021an de bi telefonê , derheqê mijarên parastin û ewlehiyê yên dualî û herêmî de axivîn." (ÎLKHA)