Mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn wergeriya: 11 kes birîndar bûn
Li ser Rêbeja Nîgde-Qeyseriyê mînîbusa ku şofêrê wê kontrola dîreksiyonê winda kir qeza kir.
Qeza di derdora seat 17.30an de li taxa Hoyukê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa bi plaqeya 21 EU 556 ya ku karkerên çandinîyê têde bûn di encama ku ajokar kontrola dîreksiyonê winda kir de qeza kir. Li gorî tespîtên ewil di qezayê de 11 karker birîndar bûn. Li ser agahiyan, ekîbên tenduristiyê û cendirmeyan sewqî cihê qezayê hatin kirin. Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Nîgde Omer Halisdemir.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)