• DOLAR 32.47
  • EURO 34.724
  • ALTIN 2434.753
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Li Cizîrê di warê DEDAŞ û rê de pirsgirêkên ciddî hene
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu navçeya Cizîra Şirnexê zîyaret kir û di zîyaretê de esnafan jî guhdar kir.

Esnaf ji Yapicioglu re derheqê zehmetîyên ku ew di warê ceryan, rê, bahatîya jîyanê û sistema tenduristîyê de şikayetên xwe anîn ziman.

Yapicioglu zehmetî û pirsgirêkên esnafan guhdar kir û destnîşan kir ku ji bona çareserîya problemên heyî çi ji destên wan bê ew ê bikin.

Yapicioglu piştî zîyareta esnafan, bi rêberên qeneatê û bi xelqê Taxa Cudîyê re hevdîtin kir, di hevdîtinê de zehmetî û pirsgirêkên xelqê guhdar kir.

Yapicioglu di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew  ji bona pirsgirêkên xelqê ji wan guhdar bikin  kuçe bi kuçe gerîyan û ji bona çareserîya wan pirsgirêkan çi ji destê wan were ew ê bikin.

Yapicioglu piştî ziyaretan qebra Hz. Nuh zîyaret kir û di zîyaretê de ji çapemenîyê re daxuyanîyek da.

Ji teref Yapicioglu ve hat ragihandin ku weka her cîhê welat, li Cizîrê jî zehmetîyên enflasyon, bihabûn û bêkarîyê hene. Di berdewama daxuyanîya xwe de Yapicioglu weha got:“ Bi taybetî li Cizîrê jî me bi kîjan esnafî re xeber da, şikayeta xirabûna rê ya navşeher dikirin. Dîsa esnaf ji ceryanê û kolanên ku ji teref DEDAŞê ve li nava bajêr tên kirin ku ev yek dibin sedema xirabûna rê jî şîkayet dikirin. Ji ber vê hawî Cizîr di nav tozê da ye û  ji ber vê yekê gel di warê paqijîyê jî zehmetîyê dikşîne. Rêyên Cizîrê teng in. Ji ber vê tengasîyê dema ku erebeyek tê parqkirin rê tê girtin ku ji ber vê yekê  trafîq zêde dibe û welatî zehmetîyên dikşînin. Ceryan tine ye û dîsa jî fatore zêde tên û esnaf derheqê vê meselê de jî ji me re şîkayeta xwe got. Hinek esnaf jî derheqê qeyyûmê de şîkayet kir ku xizmetê baş bi cîh nayne. Zehmetîyên ku li Cizîrê hene; trafîq, DEDAŞ û rê ye. Em ê teqîbdarên van zehmetîyan bin. Em ê bi rayedarên eleqedar re bikevin têkilîyê. (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir