Li Herêma Kurdistanê vaksîna coronayê ji bo mamoste û memûran tê ferzkirin
Wezîrê Tenduristîyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî destnîşan kir ji ber zêdebûna mirinên ku ji ber coronavîrusê pêk hatin ew ê tevdîrên nû bên standin.
Berzencî di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, di rojeva wan de girtina mekteban tune ye û lê belê ji bo pêşîya coronavîrûsê bê girtin ew ê vaksîna coronayê li ser mamoste, memur û kesên mîna wan bê ferzkirin.(ÎLKHA)