Li Stenbolê 285 kîlo eroîn hat girtin
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ragihand ku li Stenbolê 285 kîlo eroîn û li Kocaeliyê jî 53 kîlo skunk hatin girtin.
Wezîrê Karên Hundir Soylu di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got: "Îro ji teref ekîbên Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ve 285 kîlo eroîn û ekîbên Midûriyeta Emniyetê ya Kocaeliyê jî 53 kîlogram skunk hat bidestxistin.”(ÎLKHA)