Li Burdurê di qezaya ku pêk hat de ji heman malbatê 5 kes mirin
Qeza li ser rêya Yeşîlova-Burdûrê li girêka gundê Harmanliyê pêk hat.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin kamyona ku Ahmet Aydogan bi kar dianî pêşî li traktora di bin kontrola Yusuf Akîn de bû qelibî, paşê derbasî rêya hember bû û li wesayîta ku Şenol Ozalp diajot qelibî.
Di qezayê de Şenol Ozalp û xanim û sê zarokên wî jiyana xwe ji dest dan.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)