• DOLAR 32.335
  • EURO 35.189
  • ALTIN 2241.199
  • ...
Dîroka PKKê ya Qetlîaman:Derince, Başbaglar, Sûsa, Baqewsê, Stewrê…
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew qetlîamên ku PKK ji salên 1980 û 1990î vir ve kirine hêj nehatine jibîrkirin. PKKyê ku di sala 1978an de hat damezrandin, êrîşa xwe ya ewil di 15ê Tîrmeha sala 1984an de li Erûha Sêrtê û li Şemzînana Colemêrgê li dar xist. Ew êrîş li bûn destpêka qonaxeke nû.

Di wan êrîş û qetlîamên ku ji teref PKKê ve hatin kirin de bi sedan zarok, pîrek, ciwan û extîyar hatin qetilkirin ku ev qetlîam hêj nehatine jibîrkirin û hêj wek roja ewil di hişê bi hezaran malbatan de cihên xwe mihafeze dikin.

Qetlîama gundê Derînce

PKKyê ku rêxistineke çepgir e û ji bilî êş û elemê, azar û tehdayîyê, qetil û kuştinê nedaye xelkê Kurd,  di 21ê Cotmeha sala 1993an de li hewşa mekteba gundê Derînceya Baykana Sêrtê 13 ji wan zarok tev de 22 kesan kuştin. Komek PKKyîyên ku di ser gundan de girtin ji malbata Erdem ku pitikeke 3 mehî  û pîrekên bi hemil jî di nav de tev de 22 kesan qetil kirin. Zaman Erdemê ku ji şahidên qetlîamê bû destnîşan kir di wê qetlîamê de xanim, 3 zarok, dê, kek û birazîyên wî hatine qetilkirin.

Erdemê ku diyar kir xelk wê çaxê di navbera du agiran de mabû derbarê mijarê de weha axivî: “ Wê demê ez jî qoricî bûm. Kesên ku ne qoricî bûn dewletê zilmê li wan dikir. Dema ku dibû qoricî jî PKK zilmê li wan dikir. Em kesên ku di navbera du agiran de mabûn, ji ber ku em karibin gundê xwe biparêzin û ji bo ku karibin debara xwe bikin bûne qoricî. Roja ku qetlîam hat kirin ez li nobedê bûm. Heta wê rojê me ne bi dewletê û ne jî PKKê re pev çûbûn. Di wextên êvarî de ji nişka ve ji gund dengê çekan hat. Derdora gund hatibû girtin. Bi çekên giran di ser gund de direşandin. Me jî bersiv da êrîşê.Berik wek baranê di ser me de dihatin. Lê beê haya me jê tunebû zarokên me li ber devê mektebê kuştine. Dema ku ez nêzî mektebê bûm, min dît ku jinbirayê min di nav xwînê de ye. Dema ku ez hatim miqabilê mektebê ez ecêbmayî mam, lewra devê mektebê bûbû wek mezbaxanê. Zarokên 3 mehî yên di hêmbeza dêyan xwe de jî hatibûn kuştin. Feryad û fîxanan kesên birîndar dihat bihîstin. Ji ber wê manzarê ez bêhiş ketim. Qîz apê min û du zarokên wê jî hatin qetilkirin ku ji Stenbolê hatibûn. Wê rojê pevçûn sê seat û nîv berdewam kir. Lê belê yekîneyên leşkerî dereng hatin.”

Rukîye Erdema ku di qetlîama li gund de naskirîyên wê hatin kuştin, derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anî zimên: “ Êvarî seat dihat nehan, em li malê rûdiniştin. Ji nişka ve dengê çekan hat. Ez derketim  derve, dengê hawar hawarê dihat. Ez ber bi hewşa mekteba ku jê deng dihat ve çûm. Ji ber manzaraya ku min dîtî ez ecêbmayî mam. Zarok û pîrekên ku li wê derê hatibûn komkirin tev hatibûn qetilkirin û bedenê însanan li ser hevdû bûn û tev bi xwîn bûn. Ji ber vê yekê min qêrîn û fîxan. Di nav wan birîndaran de pîrekek bi hemil a ku birîndar bûbû ji min alîkarî xwest. Nikaribû ji erdê rabe. Min alîkarîya wê kir û pal da dîwara mektebê.Ez bi birîndarên din re jî mijûl dibûm. Min him li wan dinêrt û him jî dikir feryad û fîxan da ku gundî ji qetlîamê haydar bibin. Lê belê wek baranê guleyan di ser gund de direşandin. Koma ku ketibû gund qelebalix bû.  Ji ber ku qoricîyan bersiv dabûn wan, bi temametî neketibûne gund. Ji ber vê yekê însanên di çend malên di gund top kiribûn û ew qetil kiribûn. Zarokekî ku hat qetilkirin ji PKKyîyan re got ‘Min nekujin, dêya min tuneye, ez êtîm im.’ Lê belê wî jî qetil kirin.”

 

Qetlîama Başbaglar

Dema ku dîrok 5ê Tîrmeha sala 1993an nîşan dide, PKKyê hov û wehş vêcarê xwe li gund Başbaglara Kemalîyeya Erzîncanê nîşan da. PKK, di wextê ninêja mexribê de Adil Xoceyê Îmam Xatîbê mizgeftê jî di nav de tev de 28 Mislimanan qetil kir û dû re gund da ber agir. Di bûyerê 5 kes jî di malên ku hatin şewitandin de ji teref PKKê ve hatin qetilkirin. PKKyê ku zêr û zîvên li ser pîrekan dizî, li pey xwe gundekî ku bûbû kavil û tê de 70 êtîm ma hişt. Di lêkolîna ku piştî bûyerê hat kirin de hat tespîtkirin wê şevê tev de 584 berik hatin bikaranîn ku ev hejmar wehşeta ku wê şevê hat kirin derdixe holê.

Kesekî ku wê rojê ji wê qetlîamê re bûbû şahid wisa qala wê wehşetê kir: “Me dikir ku nimêja êvarê bikin, nevîyê min hat û got ku anarşîst ketine nava gund. Min jî hema derî girt. Dema ku min derî girt, min dîtin. Hatin û ji min xwestin ku derî vekim. Lê belê min derî venekir û çûn. Me nimêja xwe kir û dest bi diayan kir. Min ji şibakê li derve nihêrt, ew kesên ku di ser gund de girtin derîyê mala cîranê min şikandin û zilamên di malê de derxistin derve  û yekî danîn li ser serê wan. Wî ksî berê tifinga xwe da wan zilaman. Çend kes hatin derîyê mala me şikandin û ketin hundir, pirsîn ka di hundir de zilam hene yan na? Wê kêlîyê pere li ba min hebû, min wan pereyan ji wan dirêj kir û min got qey ew ê rahijin pereyan û bela xwe ji min vekin. Rahiştin pereyan û min û bûka min û nevîyê min bi tifingan derxistin  derve. Dema ku ez dertim min li pey xwe nihêrî ku bombe di malê de bi cî dikin. Piştî ku em derketin derve malê şewitandin. Dema ku me derxistin zordarîyê li me dikirin. Min ji wan re got ku ez extîyar û nexweş i, lê belê dîsa min kaş kirin. Me birin cihê lê pîrekan top kiribûn. Bombeya li derdora me bi cî dikirin. Ji alîyekî ve jî wesayît û malan dişewitandin. 28 kesan bi şikleke bêwijdan kuştin. Gundê me heta şeveqê şewitî. Ji ber ku telefon tunebû me nikarîbû xeber bidin derdorê.”

Hinek qetlîamên ku ji teref PKKê ve hatine kirin:

Qetlîama Ortabaxê

Di 22ê Çileya sala 1987an de, PKK li gundê Ortabaxa Qilabana Şirnexê di ser maleke lê dawat dihat kirin de girt û bombeyan êrîş bir li ser malê. Di encama êrîşa PKKê de 2 jê zarok, 4 jê pîrek tev de 8 gundî hatin qetilkirin. PKKyîyên ku derketin li ser bana mala ku lê dawet dihat kirin, bi bombeyên destan êrîş birin li ser xelkê û qetlîameke mezin kirin. Ji wê qetlîama ku lê 8 kes hatibûn qetilkirin tev de 15 kes wek birîndar xelas bûbûn. Çapemenîya PKKê pîrek û zarokên ku wê rojê hatibûn qetilkirin wek malbata qoricîyan nîşan dabû û hewl dabû ku êrîşa ku PKKê kiriye meşrû nîşan bide.

Qetlîama Gundê Zaxûran û gundikê Gundikêportî

PKK di 23ê Çileya sala 1987an de li Midyada navçeya Mêrdînê 10 kesên siwîl qetil kir. Emîne Akçaya ku wê rojê di êrîşa PKKê de 4 zarok û mêrê wê hat qetilkirin derbarê qetlîama ku ji terf PKKê ve hat kirin de wiha gotibû: “ Mêrê min û 4 zarokên mi n bi şikleke bêwijdan li ber çavên min qetil kirin. Di dema qetlîamê de ji ber ku ez li derve bûm ji êrîşê xelas bûm. Pêşî bombeyên destan avêtin û dû re malê dan ber guleyan. Zarokê min herî mezin 7 salî bû. Qîzên min jî 3 û 6 salî bûn. Bi min êş û elema zarokên min dan kişandin. Xweda rihê wan bistîne. Înşallah ew jî êş mirinê bikşînin.”

Qetlîama gundê Pinarcik                  

PKK di 20ê Hezîrana sala 1987an de li Pinarcika gundê Mehsertêya Mêrdînê di ser gund de girt û di êrîşa ku bir li ser gund de 16 jê zarok, 6 jê pîrek, 8 zilam tev de 30 kesên siwîk bi şikleke bêwicdan qetil kir. Şeyhmus Yavuzê ku di êrîşê de xanima wî, 5 zarokên wî, 2 bira û birazîyên wî hatin qetilkirin destnîşan kir di 20ê Hezîrana sala 1987an de, PKK di  wextên êvarî  de ji 3 milan êrîş bir li ser gund. Yavuzê ku diyar ew wê çaxê qoricî bû derbarê êrîşa hovane ya PKKê de wiha got: “ Dema ku berikên me xelas bûn, ketine nava gund. 30 kesên ku xanim û zarokên min di nav de bûn qetil kirin.”

Qetlîama gundika Haraberk

Dema ku dîrok 8ê Tîrmeha sala 1987an nîşan dide PKKyîyên destbixwîn li gundika Haraberka gundê Yuvaliya girêdayê Midyada Mêrdînê êrîş birin li ser malekê û ji heman malê 7 jê zarok, 2 jê pîrek tev de 9 kesan qetil kirin. Di heman seatan de komek PKKyîyên din jî di ser gundê bi navê Peçenek a ku 20 deqîqeyan ji gundikê Haraberkê dûr bû de girtin û 16 kesên ku di nav zarok û pîrek hebûn dan ber guleyan û wanan qetil kirin. Piştî vê bûyerê ji gundên derdorê însan xwestin bên şînê, lê belê mînîbûsa ku tê kesên dihatin şînê hebûn li ser rêya Yuvali û Midyadê li pêl mayinên ku ji teref PKKê ve hatibûn bicîkirin kir û di vê êrîşa PKKê de jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn. Ev qetlîama ku hat kirin di hejmara sala 1987an a Kovara Serxwebûnê ya ku ya PKKê ye de ji teref PKKê ve li ser xwe hat girtin.”

Qetlîama Çîftekavak

PKKyîyên ku di 21ê Îlona sala 1987an de li gundê Guneyceya Şirnexê di ser gudndika Çîftekavakê de girtin 5 pîrekên 2 ji wan bi hemil bûn, 4 zarok tev de 11 kesan qetil kirin û 2 kesan giran birîndar kirin.Piştî vê êrîşê di heman rojê de PKKyîyên ku ji 25 kesan pêk dihatin di wextên êvarî derdora seat 21.00an de di ser mala kesê  bi navê Rifat Gungor de girtin û 3 bombeyên destan avêtin mala wî û dû re ketin hundirê malê û bi çekan di ser kesên di malê de reşandin. Hûrî Gundora ku wê rojê ji wê êrîşa hovane ya PKKê wek birîndar xelas bû, derbarê êrîşê de got: “ Pêşî çend zilam ketin hundir. Di destên wan de çek hebûn. Ji bavê min pirsîn ‘Lawê Ehmed li kû ye, tu çima wî nadî me?’ Dû re qêrandin û di ser me berik reşandin. Dû re çûn û leşker hatin.” Ev êrîş jî di Kovara Serxwebûnê ya PKK ya di hejmara meha Îlonê ya sala 1987an de li ser xwe hat girtin.

Qetliama Yagızoymak

Di 28ê Adara sala 1988an de endamên PKKê li ser gundê Yagizoymaka Şirnexê de girtin. Vêcarê di hedefa wan de şivanên gund hebûn. PKKyîyên ku di ser gund de girtin 9 şivanên gund xeniqandin. Di daxuyanîya ku ji teref rêxistinê ve hat dayîn de hat îddîakirin şivanên gund ji ber ku qoricî bûn hatin  kuştin.

Qetlîama gundika Behmenîn

PKKyîyên ku do 9ê Gûlana sala 1988an de li ser gundika Behmenîna gundê Taşa Nisêbînê de girtin  ji heman malbatê 8ê jê zarok, 2 jê pîrek tev de 11 kesan qetil kuştin. Navên kesên ku wê rojê ji teref PKKê ve hatin  qetilkirin bi vî awayî ye: Ayşe Çelîk (2 mehî), Fîkrîye Çelîk (2), Narîne Çelîk (3), Fadîme Çelîk (5), Muslume Çelîk (7), Nîyazî Çelîk (9), Abdurrahîm Çelîk (12),  Zîver Çelîk (15), Hatîce Çelîk (35), Abdulkerîm Çelîk (47) û Ferîde Bozkurt (40).

Qetlîama Satêya Geverê

Dema ku dîrok 24ê Mijdara sala 1989an nîşan dide PKKyê destbixwîn û hov vêcarê li ser gundê Satêya Gevera navçeya Colemêrgê de girt. Di qetlîama ku ji teref PKKê ve li gund hat kirin de 28 kesên ku di nav wan de;Elîfa ku hêj salek nekiribû, Mistefayê 2 salî, Halîmeya 4 salî, Rifatê 3 salî û Cebraîlê 5 salî hebûn bi şikleke hovane hatin qetilkirin.  Dema ku hewa tarî bû, PKKyî di ser kesên bi navê Kemal Dogan, Mehmet Reşîd Aykut, Evdirrehman Gezgîncî, Mehmet Kibris û Ekrem Boz girtin. Di êrîşa ku di 24ê Mijdarê de ji teref PKKê ve hat kirin de, ewilî di ser mala malbata Aykut de hat girtin û bi roket û bombeyan êrîşî mala wî hat kirin. Piştî ku berik di ser malê de hat reşandin re, pîrek û zarokên di malê de  hatin komkirin û ji teref PKKyîyan ve bi şikleke wehşîyena hatin qetilkirin. Di qetlîama ku tê de malbatên Aykut û Boz hatin hedefgirtin de 300 pezên ku aîdî wan bûn jî ji teref PKKê ve hatin dizîn.

Qetlîama Çevrîmlî

 PKKyîyên ku tê diyarkirin ji 50 kesî pêk dihat, di êvara 10 Hezîranê di 11.00ê êvarî de li ser gundê Çevrîmlîya Guçlukonaka Şirnexê de girtin. PKKyîyên ku ji 3 alîyan ve di ser gundê Bahaddîn Aktugê ku wek “Bahaddîn Axa” dihat nasîn de girtin xwestin qetlîameke mezin bikin. Di dema serdegirtina gund de nêzî du seatan di navbera PKKyîyan û qoricîyên gund de şer berdewam kir. Komek PKKyîyê di ser malên di gund de girtin û bi bombeyan êrîş birin li ser malan de. 27 zarok û pîrekên ku di malên qoricîyan de bûn şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Hat hînbûn 4 kesên ku wê rojê mirin qoricî bûn. Di serdegirtinê de 6 gundî birîndar bûn û PKKyîyek hat kuştin. Wê rojê Saîd Kayrayê 3 salî yê ku ji teref PKKê ve hatibû birîndarkirin digel temamê midaxeleyan li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Qetlîamên Pazarcik û Çaglayancerît

PKKyîyên ku di 14ê Tîrmeha sala 1991an de li ser gundên ku girêdayê Pazarcik û Çaglayancerît Mereşê ne de girêtin 9 kesan qetil kirin. Bedena 9 kesên ku di qetlîamê de ji teref PKKê ve hatin kuştin ji teref PKKê ve  hatin şewitandin ku di nav wan de zarok û pîrek jî hebûn. Di Kovara Serxwebûnê de sedema kuştina 9 kesan wek “sîxûrtî û muxbîrtî” hat nîşandan. Navên kesên ku hatin qetilkirin bi şikleke wêrek hatin weşandin.

Qetlîama gundika Sutlu

Dema ku dîrok 11ê Hezîrana sala 1992an nîşan dide PKKyîyan li Tatwana Bidlîsê pêşîya mînîbûsekê girtin û 13 kesên di wesayîtê de bi şikleke hovane û wehşîyane qetil kirin. Zemîrhan Işikê ku di êrîşa PKKê de kekê wî hat qetilkirin derbarê mijarê de diyar kir di 11ê Hezîrana sala 1992an de 13 kesên ku kekê wî bi xwe jî di nav de bû ji teref PKKyîyan ve hatin qetilkirin û dû re wiha got: “ Di 11ê Hezîrana sala 1992an de kekê min bi wesayîta xwe rêwî dibirin gundika Sutlu. Kekê min û rêwîyan kuştin. Bûyer êvarî qewimî. Şênîyên gundik xeber dan me û jê haydar bûn. Ji me re gotin ku 13 kes hatine kuştin. Dema ku bûyer qewimî, ez li derveyî bajêr bûm. Dema ku kekê min î din çû cihê bûyerê dîtiye ku hêj wesayît dixebitî. Kekê  min û rêwîyan ji wesayîtê pîya kirine û li cihekî kîlometreyekê dûr berik li ser wan de reşandine û wanan qetil kirine. Kesên rêwî tev ne ji wê gundikî bûn. Di nav wan de şivanekî Sêrtî, melayekî Norşînî û kesên Mutkî û Hîzanî hebûn. Hemûyan kuştibûn.”

Qetlîama Gundê Sûsa

PKKyê ku di salên 90î de li  tevahîya Bakûrê Kurdistanê, nexasim êrîş dibir li ser kesên ku xwedîyê nasnameya Îslamî bûn û wanan qetil dikir. PKKyê hov û wehşî êrîşên xwe gavek pêşve bir û êdî di camîyan de dest bi qetlîaman kir.

“Qetlîama Mizgefta Sûsa” ya ku qetlîama herî zêde derdikeve pêş, dîsa ji teref PKKê ve li ser erdnigarîya Kurdistanê hat kirin. Mislimanên ku li gundê Sûsaya Farqînê di mizgeftê îbadet dikirin di şeva 26ê Hezîrana sala 1992an de li ber mizgeftê hatin qetilkirin. Di êrîşa hovane ya ku ji teref PKKê ve hat kirin de 10 Misliman hatin qetilkirin  û 5 jî birîndar bûn. Wê şevê PKKyîyên ku qetlîameke mezin kirin cil û bergên leşkeran li xwe kirin û di mizgeftê de qetlîamê kirin. Êş û elema vê qetlîamê digel ku 26 sal ji ser derbas bûbe jî hêj nayê jibîrkirin.  Di Qetlîama Sûsayê ya ku ji teref PKKê ve hat lidarxistin de hedefa ewil Îslam û nirxên Îslamê bûn. PKK bi vê êrîşa ku li Sûsayê kir cardin dijmintîya xwe ya li hember Îslamîyetê nîşan da û hewşa camîyê bi xwîna Mislimanan dagirt. Di êrîşa hovane û wehşîyane ya PKKê de, 4 birayên bi navê Zekî (12), Medenî (18), M. Mekî (19) û M. Saîd Fîdanci (28); M. Emîn (15), Adnan (20) û Ahmet Kantar (48), M. Alî Uslu (26), Huseyîn Çetînkaya (30) û melayê gund Abdulhaluk Ugas (37) şehit bûn. 4 kes jî wek birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Qetlîama gundê Hewek

Dema ku dîrok bû 21ê Cotmeha sala 1992an, PKKyîyên dest bi xwîn û wehş vêcarê xwe li Heweka Bidlîsê nîşan dan. PKKyîyên ku di ser gund de girtin, zarok û pîrekan rehîn girtin û ji zûor li qoricîyan kirin da ku çekên xwe berdin. Ji ber ku leşker hat gund, PKKyîyan agir berdan gund û 13 qoricîyan desteserkirin û bi xwe re birin. Li gor îfadeyên gundîyên PKKyîyên ku ji 100 kesan pêk dihat, xelkê li meydana gund top kirin û kesekî bi navê Hecî Seyîd dan axavtin û pê dan gotin ku bila qoricî çekên xwe berdin. 4 qoricîyên ku vê yekê qebûl nekirin di heman demê de hatin kuştin. Di vê pêvajoyê de PKKyîyên ku li ser rêya gund kêmîn danîbûn bi leşkerên ku dikirin werin gund re şer kirin. PKKyîyên ku dengê çekan bihîstin tirsîyan û di ser gundîyên ku li meydanê top kiribûn de berik reşandin û li wî gundî tev de 30 kesan qetil kirin.

Qetlîama bajaroka Yavî

PKKyîyên ku di 25ê Cotmeha sala 1993an de di ser Yavîya bajaroka Çata Erzeromê de girtin, welatîyan di qehwê de kom bûbûn berik reşandin û 35 kesan qetil kirin. Di wê qetlîama ku wê rojê hat kirin de 50 kes jî birîndar bûn.

PKKyîyên ku derdora 19.30an de bi qamyoneta ku dizîbûn hatin gund, êrîş birin li ser qahweya ku gundî lê top bûbûn. Di êrîşa ku hat kirin de 35 kes jiyana xwe ji dest dan û nêzî 50 kesan jî birîndar bûn. Hûrgilîyên qetlîama ku wê rojê hat kirin dû re derketin holê.

Qetlîama ku li Madenê di dema lêgerîna rê de hat kirin

Di yekê Çileya sala 1994an de PKKyîyên ku li Madena Xarpêtê du otobusên rêwîyan sekinandin 8 kesên ku ji otobusê pîya kirin qetil kirin. Qetlîama ku hat kirin di Kovara Serxwebûnê de ji teref PKKê ve li ser xwe hat girtin û sedema qetilkirina wan jî DYPyî bûna wan hat nîşandan. Ew kesên ku hatin qetilkirin di kontrola nasnamê de hatibûn tespîtkirin ku memûr in û ji ber vê yekê hatibûn qetilkirin.

“Şehîdên Mayînê yên Qerecdaxê”

Xelkê gundê Gogweriya Qerecdaxê ji ber ku tu carî serê xwe li ber zilma PKKê netewand  rastî êrîşa kesên PKKyî hat. Di 10a Adara sala 1994an de kesên PKKyî van Mislimanên ku serê xwe li ber zilma wan netawandibû hedef girtin û bi mayinan êrîşî Mislimanên gundê Gogwerî kirin.Di encama teqîna mayina PKKyiyan de ji 50 kesên ku di otobusê de bûn tev de 11 kesên mezlûm şehîd bûn û 40 jî birîndar bûn.

 Navên şehîdên ku di êrîşa bi mayin de hatibûn şehîdkirin bi vî awayî ne: “Îbrahîm Dagtekîn, Mele Xidir Akyol, Bedrî Soysal, Muhammed Xelîl Golçer, Muhammed Emin Golçer, Tacettîn Parlak, Xelîl Demîr, Kutbettîn Ayhan, Muhammed Ayhan, Hecî Remezan Yeşîl û Remazen Golçer.

 Qetlîamên Ormancik û Akyurek

PKKyê ku di 21ê Çileya sala 1994an de êrîş bir li ser gundên Ormancik û Akyureka girêdayê Stewrêya Mêrdînê 11 ji wan zarok tev de 21 kesan qetil kir.

Du komên cûda yên PKKê di 21ê Çileya sala 1994an de, derdora seat heştên êvarî de êrîş birin li ser gundên Ormancik û Akyureka girêdayê Stewrêya Mêrdînê. Ji ber êrîşa PKKê, qoricîyên gund bersiv dan êrîşê û pevçûn heta ber şeveqê re berdewam kir. Di pevçûna ku derket de 4 qoricî jiyana xwe ji dest dan. Zarok û pîrekên ku ji ber şer tirsîyan di malekê de kom bûn. PKKyîyên ku vê yekê dîtin di ser malê de gule reşandin û dû re bombeyan destan û xaz avêtin nava malê. Di encama teqînên ku pêk hatin de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. 8 kesên ku ji bombeyên xazê bi jehrê ketin, hatin rakirin nexweşxanê ku ji van 8 kesên birîndar dû re 2 kes jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin di şer de qoricîyan jî 2 PKKyîyan kuştin. Di Serxwebûna ku çapemenî û weşana PKKyê ye de qetlîam li ser xwe hat girtin.

Qetlîama karkerên madenê yên Seldîrenê

5ê Îlona sala 1995an de, PKKyîyan li nêzî gundê Seldîrena navçeya Samandagiya Hatayê de girtin û 8 karkerên madenê qetil kirin. Di êrîşê de karkerek jî birîndar bû. Li gor agahîyên ku ji teref Walîtîyan Hatayê ve hatine belavkirin; koma PKKê ya ku ji 15 kesan pêk dihat di ser madenê de girtin tev de 8 karkeran kuştin. Êrîş di Serxwebûnê de ji teref PKKê ve li ser xwe hat girtin û wek “12 leşker, sîwîl û faşîst hatin kuştin” hat daxuyandin.

Qetlîama bajaroka Darikent

Di 11ê Îlona sala 1994an de 40 PKKyîyên ku li Mazgîrta Dêrsimê di ser bajaroka Darikentê de girtin 6 mamosteyên ku li bajarokê erkdar bûn ji lojmana ku lê mabûn derxistin qetil kirin û dema ku PKKyî ji bajarokê veqetîyan wezîfedarên tenduristîyê yên bi navê Mustafa Demîrtaş, Huseyîn Vural û Kazim Kilinç digel xwe birin.

PKKyê ku ji rijandina xwînê têr nabe di 13ê Tebaxa sala 1996an de li Îstasyona Trênê ya Demîrîza gundê Akçaşehîra Sêwas-Kangalê 8 kesan, di 8ê Mijdara sala 199j6an de li gundê Kopruluya Çêleya Colemêrgê 12 jê qoricî tev de 17 kesan, di 15ê Berfanbara sala 1997an de li gundê Yoncaliya navçeya Kerborana Mêrdînê jî 12 kesan qetil kir.

Qetlîama Parka Koşuyoluya Diyarbekirê

Dema ku dîrok 13ê Îlona sala 2006an nîşan dide, PKKê vêcarê rûyê xwe yê reş li Diyarbekirê nîşan da. PKKyîyên ku li nêzî Parka Koşuyolu bombe bicîkirin, bombê teqandin. Di encama teqîna bombê de yek jê pitik tev de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.

Êrîşa Dersxanê

Li Yenîşehîra Diyarbekirê li ser rêya herî qelebalix ya Selahattîn Yazicioglû li pêşîya dersxaneyekê otomobîla bombebarkirî di dema derbasbûna otobusa leşkerî ya personelan de ji teref Erdal Polatê PKKyî ve hat teqandin. Di teqînê de xwendekarên dersxanê Eren Şahîn, Ridvan Suer, Ferhat Mûtlû, Engîn Taşkin, Salîh Ekîncî, Melek Îpek û karkerê edlîya Diyarbekir Cengîz Kaya jiyana xwe ji dest dan, 30 jê leşker bi temamî 68 kes birîndar bûn.

Berpirsyarê yekem Erdal Polatê PKKyî û 6 kesên alîkarîya wî kiribûn li Dadgeha Cizayê Giran ya 5an a Diyarbekirê hatin darizandin. Berpirsyarê êrîşê û qatilê jê 6 xwendekar bi temamî 7 kesan û 68 birîndaran Erdal Polat ji ber êrîşa bombeyî rast kir 9 cara cizayê muebeta giran bi temamî 75 sal cizayê hepsê girt.

5 gumanbarên din yên hevkarîya Erdal Polat kiribûn teva 6 sal û 3ê meh cizayê hepsê girtin. Derket holê ku Erdal Polat di sala 2002an de beşdarî PKK bû û li qampên bakûrê Iraqê Hakurk, Hinere, Şehîdan û li Çîyayê Qendîlê piştî perwerdehîya leşkerî û sîyasî girt ji devera Zapê ket nava sînorê Tirkîye, û derbasê Licêya Diyrbekirê bû. Di êrîşê de ji ber ku xwendekaran jiyana xwe ji dest dan PKK ewil êrîş qebûl nekir lê belê piştî Erdal Polat hat girtin ji mecbûrî êrîş qebûlkir.   

 

Êrîşa Gungoren

Di dîroka 27ê Tîrmeha 2008an de li Taxa Guven li ser Rêya Kanal ya Menderes Çikmaza Gungorena Stenbolê di demeke qelebalêx zêde, û rê ji trafîkê re girtî de di saet 21.55an de li ber qluba têlefonê teqînek pêk hat. Ewil hat texmînkirin ku teqîn ji erdxazê çêbûyê. Hat dîtin ku jinek di nava xwînê de maye û gelek kes birîndar bûn. Piştî teqînê agahî hat dayîn polês û ekîbên tendirustîyê.  

Piştî teqîna ewil 10 deqa 50 metre nêzî teqîna ewil teqîneke din pêk hat. Tekîna dudan wek xefeke hatibû amadekirin û dever bû wek qada gerbê. Hat dîtin ku însan perçe bûne û rê bû wek gola xwînê.

Mehmet Kiraçê PKKyî yê êrîş rast kir piştî pêrîşê derket çîya. Piştî bûyerê PKKyî yên teslîm bûn li xwe mukur hatin ku Êrîşa Gungorenê Mahmût Kiraçê wek qoda Azad dihat naskirin rast kirîye. Herî dawî H.Kyê bi qoda Baran dihat naskirin di îfada xwe de îfade kir ku êrîş Mahmût Kiraç rast kirîye. Kiraç di operasyoneke li Şemdînlî û Çûkurca hat rastkirin de hat kuştin.  

Li Sêrtê 4 keçên ciwan hatin qetilkirin

PKKyîyan di 20ê Îlona 2011an de 4 kesên ciwan hedef girt. Zeynep Evîna bi hevalên xwe re bi otomobîlê digerîyan PKKyîyan êrîşî wan kir. Di encama êrîşê de 4 keçên diwan jiyana xwe ji dest dan yek jî birîndar bû.

Di 20ê Îlona 2011an di di saetên êvarê de grubeke PKKyî êrîşê otomobîlek sivîl kir û di encama êrîşa PKKê de Nergiz Evîn (22), Xwiha wê Zeynep Evîn (31), Nûrcan Olgaç û Kevser Çekîn (20) hatin kuştin û Nûran Evîn (20) jî giran birînda bû. Piştî bûyerê meh û nîvekê qatilê keçan Kemal Mûhammedi yê PKKyî li gundê Payamli yê Dihêya navçeya Sêrtê di opersyonekê hat kuştin.

Piştî Mûhammedî hat kuştin hat hînkirin ku 13 fîşek ji sîleha wî derketîye. Li hêla din di derîyê wesaît û kaportayê wê de li şûna destê Mûhammedî hat rastkirin. Hat îfadekirin ku bi heman sîlehê êrîş di 6ê Tîrmeha 2010an de li Kercewsa Êlihê hat rastkirin û leşker Mûstafa Tekgulê 3ê meh dema terhîsa wî mabû hatibû qetilkirin.

Êrîşa sikaka Merasîm

Di 17ê Sibata 2016an de li navçeya Çankayaya Enqerê teqînek pêk hat. Di encama teqîna pêk hat de di nava wan de sivîl jî hebûn 28 kes li cîyê bûyerê yek li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan û 61 kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşê di lêpirsîna hat destpêkirin de ji rêvebirên PKKê Zubeyîr Aydar, Remzî Kartal, Salîh Muslim, Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Fehman Huseyîn û di heqê 48 kesan de biryara binçavîyê hat derxistin.

Piştî bûyerê ji rêvebirên PKKê yê çîya Sabrî Ok wiha gotibû, “Êrîşa hevalê Zinar bi encamê leşkrî eylemeke mezin e. Dive vê bûyerê TAK an jî hêzeke din girtibe ser xwe. Lê belê çalakîya hevalê Zinar çelekîye wisa ye divê meriv pê serbilind bin û çalakîyeke dîrokîye.”

Êrîşa Kizilay

Dema dîrok bû 13ê Adara 2016 carele dom Emqere bû hedefa PKKê. PKKê li Guvenparkê li rawestoko otobusan bi wesaîta bombebarkirî êrîş rast kir. Di encama êrîlşa hat rastkirin de 36 sivîl hatin qetilkirin, 19de jê giran bi tevahî 349 kes birîndar bûn.

Piştî êrîşê di di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de di heqê gumanbar, Salîh Muslîm, Cemîl Bayik, Dûran Kalkan, Zubeyr Aydar û Nurîye Kesbîr û di heqê 43 kesan de ji ber sûcên ‘Xerakirina Dewlet û Yekîtîya Wê’ ‘Bi Zanetî Kuştina Însan’ û ‘Daxwaza bi Zanetî Kuştina Însana’ 37 car cizayê hepsa giran û 7 hezar û 646 salan cizayê hepsê hat xwestin. Ji bo 12 gumanbarên din jî cizayên ji hev cuda hat xwestin.

Di doznameyê de hat îfadekirin ku 36 welatîyan jiyana xwe ji dest dan, 349 kes birîndar û 107 sazî karheh jî ji teaînê zirar dît. Di îdîanameyê de hat îfadekirin ku êrîş ji teref Teyrên Azadîya Kurdîstan (TAK) ve hatîye qebûlkirin û PKKe ji bo bertekên ji welêt û derveyê welêt asteg bike ev êrîş bi TAKê daye qebûlkirin.

Wehşeta 6-8ê Cotmehê

Navenda Giştî ya HDPê di 6ê Cotmeha 2014an de beyanatek da û piştî beyanata HDPê bûyerên 6-8ê Cotmehê dest pê kir. Di encama bûyerên 6-8ê Cotmehê de 53 kesî jiyana xwe ji winda kir û bi sedan kes jî birîndar bûn. Di nava kesên jiyana xwe ji dest da de Yasîn Boruyê 16 salî û 3 hevalên wî yên di cejna qurbanê de goşt li feqîran belav dikir jî bebûn.

Di wê heyamê de bi bangewazîya Serokê Giştî yê HDPê yê wê çaxê Selahattîn Demîrtaş li Diyarbekirê li 12 deveran bûyerê derketibû û di van bûyeran de 40 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Di 6ê Cotmeha 2014an de Yasîn Boruyê 16 salî û 3ê hevalên xwe dema li navçeya Baglarê goştê qurbanê li feqîran belav dikir di mala ku ji bo xwe bistrînin ketibûnê de bi awakî wehşî hatin qetilkirin. Roja bûyerê PKK û HDPlîyên pîşîya Yasîn Boru û hevalên wî birîn gotin, “Vana DEAŞin wan bikujin”. Yasîn Boru û hevalên xwe revîyan û xwe di avahîyekê de veşartin. Jineke ji qata dudan xwest ku wan di mala xwe de star bike. Lê belê PKKyîyên ji qata ser xwe bi perdê bera jêr dan ketin malê û Yasîn, Rîyat Guneş (28), Ahmet Dakak (19) û Hasan Gokguz (25) ewil bi sîleh berdanê dûre kêr kir. Paşê ew ji avahîyê avêtin, şewitandin û bi wesaîtan bi ser cinazê wan re derbas bûn.

Hevalê Yasîn Boru, Yûsûf Erê ji bûyerê birîndar xilas bû wiha behsa wê şevê dike, “Li pêşîya avahîyê qelebalixek mezin hebû. Hevalên min ji avahîyê avêtine erdê. Ji derve bêhna goştê şewatî dihat. Ez bi têlefonê li bavê xwe gerîyam û min rewş jêre got. Bavêmin li polêsan gerîya ye. Lê belê amîrê polêsan gotîye ‘Wir nedibinê kontrola me deye’ û midaxeleyê bûyerê nekir.”

Paşê derket holê ku di qetlîamên li dever û Diyarbekirê diqewimin de pêçîya FETO jî heye. Polêsên midaxeleyê bûyeran nekirin di heyama darbeya 15 Tîrmehê de di çarçoveya lêpirsîna FETO de hatin girtin û ji wezîfê hatin dûrxistin.

Li Diyarbekirê di bûyerên 12 kesan jiyana xwe di dest dan de Midûrê Emnîyetê Nîhat Urganci û alîkarê wî Î.Ç wezîfe dikir. Piştî darbeya FETO ya 15ê Tîrmehê Midûrê Ewlehîyê Recep Guven û Ûrgancîyê di ekîba wî de cîh digirt di çarçoveya lêpirsîna FETO de di heqê wan de biryara binçavîyê hat derxistin. Urganci li Konyayê ji teref polêsan ve hat binçavkirin. Hat hînkirin ku berya niha Ûrganci li Konyayê wek Serokê Dayreya Agahî Teknolojî yê Mudûrîya Ewlehîyê ya Konyayê wezîfe kiriye û ji wir hatîye tayînkirin Midûrîya Ewlehîyê ya Diyarbekirê ya Sûcên Sîber. Di wê heyamê de Midûrê Ewlehîyê yê Diyarbekirê Î.Ç ji wezîfê hat dûrxistin. Hat hînkirin ku polêsên di heyama 6-8ê Cotmehê de li Midûrîya Ewlehî di şûbeya Muhaberatê de wezîfedar nîvê wan piştî heyama 15ê Tîrmehê ji wezîfê hatin îxrackirin û vê dîn jî ji wezîfê hatin dûrkirin. 

Qetlîama Baqewsê

Di 12ê meha Gulanê de vê carê PKKê li gundê Sûra Diyarbekirê Baqewsê qetlîam rast kir. PKKê qamyoneke 15 ton mayîn barkrî teqand. Di encama êrîşê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan, 23 gundî jî birîndar bûn. Ev êrîşa jî wek qetlîamak PKKê li hember sîvîlan rastkirîye di dîrokê de cîyê xwe girt. Bandora teqînê li gelek deverê bajêr hat hîskirin. Li cîyê bûyerê 4 metre kûr, 20 metre jî firehî çal çêbû. Ev êrîş bû sedema êtîm mayîna 36 zarok, û jînbî mayîna 8 jinan. Hat îfadekirin ku qamyona 15 ton bombebarkirî ji gundê Doşekkaba yê girêdaya Darahêna navçeya Çewligê ji teref PKKyîyan ve di 9ê Gulanê de hatibû revandin. Piştî êrîşê Bûrhan Taşê PKKyî hat girtin û bi hinceta rêbertî ji êrîşê re kirîye di heqê wî de 17 caran cizayê muebeta giran hat xwestin.

Di doznameyê de hat îfadekirin ku Taş, ji bo armanca PKKê xebatê dikir. Di doznameyê de cîh hat dayîn van agahîya: “Bûrhan Taş ji bo rêxistina terorê ya PKKê êrîşan li avahîyên fermî û yên gelwarî rast bike cîh rê PKKîyan daye û ji bo wan bûye destek û piştgir. Pişt walatîyê gundê Baqewsê ji qamyonê guman girtin û ew taqîb kir nîqaş derket. Di encama nîqaşê de qamyona bombebarkirî hat înfîlakirin û 16 welatîyan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê ew jî wek şirîk ji vê bûyerê berpirsyarê.”

Qetlîama Pira Deh Derî

PKKê li ser rêya Mêrdîn ya kevn li nêzîkî Pira Deh Derî wesaîteke bombebarkirî bi cîha kiribû di dema derbasbûna wesaîta polêsan ya bi zirx hat teqandin. Di dema teqînê de dayîkek, 2 keçikên wê û 2 nevîyê wê yên bi wesaîta xwe derbas dibûn jiyana xwe ji dest dan. Berçê cesedên wan kîlometreyekê li derdorê belav bûn.  

Li navenda bajêr êrîşa bombeyî

Di 4ê Mijdara 2016an de ji teref PKKê ve bi wesaîteke bombebarkirî êrîş hat rastkirin. Di encama êrîşê de jê 2 polês, 12 welatîyan jiyan xwe ji dest dan û derdora 350 kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşê hat îfadekirin ku êrîş ji teref Emrah Dayanê PKKyî hatîye rast kirin. Di doznameya ji teref serodozgerîya komared ve hat amadekirin de ji bo bersûcên girtî; ; Î.T, S.B, M.E, S.S, T.E. û Y.B. 12 caram cizayê hepsa giran ya muebetê hat xwstin. Ji bo sûcê yekîtî û wekhevîya dewletê ji ji holê rake jî 10 hezar û 760 sal cizayê hepsê hat xwestin.

Di doznameyê de hat îfade kirin ku wesaîta bi plaqa 63 RB 274 di 17ê Mijdara 2017an de ji Hezroyê yê Ramazan Bûdakê di pevçûne de hatibû kuştin kirîbû. Ev êrîşa ji teref Emrah Dayanê bi qoda Kemal Hakkarî dihat naskirin ve hat rastkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir