• DOLAR 32.507
  • EURO 34.901
  • ALTIN 2452.139
  • ...
Mesrûr Barzanî: Divê armanca xwendinê ji bo avedankirin û bihêzkirina welat be
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de pîrozbahî li xwendekarên yekem ên pola 12 a amadehî, malbatên xwendekaran û mamosteyan kir û hêvî xwast jî ew xwendekar bi heman awayî li zanîngehê jî serkeftî bin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hêvîdar im xwendin ne tenê ji bo xwendinê be, divê bi riya xwendinê welatê xwe avedan bikin û zemîneyeke baştir amade bikin, ji bo hûn di pêşerojê de bibin serkirde, rêber û mamosteyên baş ji nifşên bê re.Niştimanperwerî, jiyandostî û jîngehdostî li ber çavên xwe bigirin.Mixabin bi sedema Korona û qeyrana darayî, me nekarî wek pêwîst karnameya xwe ya di warê perwerde de cibicî bikin, lê belê di van şert û mercan de proseya xwendinê ranewestiya, ji ber vê jî spasiya Wezîrê Perwerde û tevahiya mamosteyan dikim.Em bi girîngîpêdana bi sektora perwerde û xwendinê de berdewam dibin. Îro pêşeroja welatê me nîşan dide. Em berdewam dibin bi nûjenkirin dibistanan û projeyên rahênankirina mamosteyan.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir