• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Di salên ewil ên Komarê de, mirovan Qurana xwe di şikeftan de vedişartin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Abdurrahîm destnîşan kir ku ji ber "Qedexeya Quranê" ya ku 24 salan bi Qanûna Yekkirina Perwerdehiyê ya ku di sala 1924-an de hate derxistin, hate sepandin, gel  Quranê û berehemên Erebî di şikeftan de vedişartin.

Aydemir di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, qedexekirina Quranê di 3yê Adara 1924an de bi Qanûna Yekkirina Perwerdeyê(Tewhîdî Tedrîsat), bi Qanûna Jimare 430 hat derxistin. Bi destpêkirina qedexeyê re, dema ku Quran û berhemên ku bi Erebî hatine nivîsandin, ji aliyê dewletê ve dihatin berhevkirin  û dihatin  şewitandin. Wê demê gelek zilm li gelên bindest hatiye kirin. Digel van zextan jî mirovan di embaran, çiya û şikeftan de xwendina Quranê domandin.

Yek ji cihên ku para xwe ji vê qedexeya ku 24 salan dewam kiriye, girt, gundê Sağunaya girêdarê Navçeya Palûyê bû. Xelkê gund ku hem ji ber qedexekirina Quranê û hem jî ji ber qiyama Şêx Seîd zilm li wan dihat kirin, neçar bûn ku Quran û pirtûkên olî yên ku ji nivîsên Erebî pêk tên di şikeftek piçûk a li pişta gund de ye veşêrin.

Ji niştecihên gundê Andilarê û ji muxtarên berê yê gund Abdurrahim Aydemir, diyar kir ku bi qedexekirina Qurana ku piştî damezrandina Komarê û Qiyama Şêx Seîd dest pê kiriye li gundê wan gelek zilm li wan hatiye kirin û dema ku leşker hatin gund, neçar man ku Quranê di vê şikeftê de veşêrin.

Aydemîr di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, "Gundiyên me jî ji ber qedexeyê Qurana xwe vedişartin û danîn şikefta ku em dibînin. Tevî vê zextê jî gundiyan dev ji perwerdehiya Quranê bernedan. Xwendina xwe ya Quranê berdewam kirin . Paşê, qiyama Şêx Seîd dest pê kir. Çend şervanên me hebûn. Yek ji wan bavê min ,Îbrahîm Aydemir e. Ew jî birîndar bû. "

Aydemîr, di berdewama axavtina xwe de zilma ku wê demê li wan hatine kirin ji zimanê  bapîrê xwe wisa  got: “Em di dema qiyama Şêx Seîd de ketin pevçûnê. Dema em hatin vir, qedexeya Quranê hat. Leşkeran bi ser gund de girtin. Me tevahiya gund vala kir û 3 rojan bûn penaber. Leşkeran gund şewitandin. Li vir ziayretek hebû. Wan ew jî şewitand. Fermandarek bi navê Alî Haydar hebû ku di serdema Ataturk de yek ji fermandarên wî bû. Wî gelek zilm li van gundan kir. Dema ku leşker dihatin gundiyan di vê şikeftê de Quran û pirtûkên kevn ên erebî vedişartin. Piştî ku ew çûn, wan ji vir Quran û pirtûkên Erebî derdixistin û dersên xwe didomandin. Ger leşker van pirtûkan li gund bidîta, ew kitêban dişewitandin. Leşker bi pêlavan diketin mizgeftê û zilmê li gel dikirin. Gundê me 3 rojan penaber bû û çû cihê ku em jê re Akdag (Deşte Botan) dibêjin.”

Aydemîr diyar kir ku wî Qurana veşartî jî di şikeftê de dîtiye û wan bi xwe jî Quran û pirtûkên kevn li wir hiştine, ew nizane kî paşê pirtûkên di vê şikeftê de şewitandine.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir