• DOLAR 32.474
  • EURO 34.899
  • ALTIN 2419.736
  • ...
Li Hewlêrê bi beşdarbûna bi dehhezaran bernameya mewlidê hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi dehhezaran welatî beşdarî bernameya mewlidê ya ku li Hewlêrê hat lidarxistin de bûn.

Berîya bernameyê dikandar û welatîyên Kurdistanê kolan, dikan û sûkên bajêr bi pankart û afîşan xemilandin.

Welatî û alimên ku beşdarî bernameyê bûn hest û raman, kelecan û kêfxweşîyên xwe yên derheqê bernameyê de ji ÎLKHAyê re vegotin.

“Xelq reçeteya xelasîyê, seadeta cîhanê û axretê di pêxemberê  me de dibîne”

Temsîlkarê HUDA PARê yê li Hewlêrê Abdussamed Yalçin derheqê bernameya mewlidê de hest û ramanên xwe anî zimên û got: “ Ev bernameyê pêşîya her tiştî ji misilmanan re hezkirin, hurmet û îtibara rîsaleta  ji bona pêxemberê me nîşan dide. Çi qas cîhan biguhere bila biguhere, qada sîyasî çi qas biguhere bila bê guharttin, ew di hemî tiştî de xelasîya xwe, di dilxweşîya axretê û cîhanê xwe de çareserîyê di pêxember de dibînin. Îro ev ê ku çêdibe ne bernameyeke ji rêzê ye, ev bername berî vê çend sedsalan di wexta Eyyubîyan de  di dewra  Siltan Muzafereddînê hikumdarê dawîn ê Erbîlê dest pê kirîye. Ji wê rojê heta îro li bajêr û navçeyên Kurdistanê ev bername çêdibin. Par ji ber qorona vîrûsê di vê mezinahîyê de çênebûbû. Berîya  qorona vîrûsê bi qelebalixî çêdibû. Îsal jî ji ber qoronavîrûsê weka berîya qoronayê nebe jî disa jî bi qelebalixi çêdibe. Bi hemî rengên xwe bi şeklekî îhtîşam tê pîrozkirin. Xelk vê rojê weka îdekî dibîne.”

“Lazim e ku em weka pêxemberê me bi rehmet bin”

Xidir Xetîb îfade kir ku,”Her sal xelqê Hewlêrê, ji bona mewlûda pêxember wisa kom dibe ku ji ber vê yekê em pir memnun in. Bi taybetî xelqê Hewlêrê bi giştî temamî  xelqê Kurdistanê, li mizgeftan û li meydanan tên ba hev.”

Mele Qasimê ku Li Hewlêrê meletîyê dike jî derbarê mijarê de hest û ramanên xwe weha got: Weka ku hûn dibînin xelqê Hewlêrê pir kêfxweş in. Bi wîladeta pêxember hatine ba hev. Bi şeklê emelî hezkirinê xwe yê pêxember nîşan didin. Xweda Teala di Qurana pîroz de weha dibêje, “Me tu ji aleman re wek rehmet şandî.’ Em jî dilgeşîya wê rehmetê dikin. Em jî weka pêxemberê me divê ku xwedî rehmet bin. Weka ku di hedîsê de dibêje em weka baranê ji her kesê re bibin rehmet.Em divê bi cilên xwe, bi gotinên xwe û bi hereketên xwe layiqê pêxember bibin.”

“Lazim e ku em her wext û her dem Resulullah ji hişê xwe de dernexin”

Rizgar Xalid Kerîm jî destnîşan kir kurd her tim tabiê Seleheddîn Eyyûbî bûne ku ew vi vê xesleta xwe  navdar bûne û wisa  li axavtina xwe zêde kir, “ Di vê roja xweşik de hûn bi me re rîportaj dikin em spas dikin ji we re. Îro jî ji bona ku tertîpkirina wîladeta pîroz em pir kêf xweş in. Xelkê kurd tabîbûna li Seleheddîn Eyyubî navdar bûne. Giştîyê Kurdistan, bi taybetî Hewlêrê, her kes îro bi dê û bavê xwe, bi zarokê xwe pîrozbahîyê dikin. Her wext û her dem divê em pêxember di hişê xwe de bigrin.”

“Ev dîmenên gelek rindin”

Welatîyê bi navê Şîrwan ku tehsîla îlmî Îslamê dike jî weha peyivî: “ Ev dîmen, dîmenên gelek rindin. Ew pêxemberê me yê ku derheqê wî de Xweda Teala dibêje ‘ Me şanê te bilind kir û me tu ji bona aleman wek rehmetek şandî.’ Ew ji bona îns û cinan û temamê aleman rehmet e. Em misliman jî dive weke wî bibin rehmet.”

“Di her alîyê jîyanê xwe da gerek wekî wî jîyan bikin”

Mele Alî Duvûrtkanî derheqê bi sunneta pêxember emelkirinê de  wisa got, “Di vê roja bimbarek de em pir kêfxweş in. Pêxemberê me serokê me ye, taca serê me ye, bi temamê hal û hereketên xwe ji me re  mîsal e. Di temamê jiyanê xwe de divê em wekî wî bin. Bi sîyasî, bi civakî ,bi malbatî, bi tîcaretî bi her şeklî lazim e ku em weka wî bijîn. Xweda Teala di Qurana pîroz de weha dibêje, ‘ Bêje ger ku hûn ji Xwedê hez dikin tabiê min bibin ku Xweda jî ji we hez bike û gunehên we efû bike. Xweda pir efûkar e, pir bi rehm e.’ Em jî bi her şeklî tabîê pêxember bibin. Îro em hezkirina xwe nîşan dikin. Ji Hz. Ayşe  pirsîyan exlaqê pêxember çawa bû? Hz. Ayşe got, ‘ Exlaqê wî Quran bû.’ Gerek exlaqê me jî Quran be.”

“Ev bername nîşana hezkirina pêxember e”

Mele Fîryad Surçî jî daxwazî kir ku ev bernameya mewlûdê ji bona alema Îslamê re bibe wesîla xêr û xweşî ye û dûre weha li axavtina xwe zêde kir:“ Bi vê wîladeta pîroz em kêfxweş in. Daxwazîya me ye ku ji bona alema Îslamê re bila bibe wesîla xêrê. Ev bername nîşana hezkirina pêxember e. Wexta ku em vê bernameyê çêbikin, lazim e ku em weka pêxember bijîn. Lazim e ku ji bona însanîyetê em nîşan bidin ku ûmmeta Muhammed( eleyhîsselam) ûmmeta aşîtîyê û biratîyê ye.”  (ÎLKHA)

 

















































































Bu haberler de ilginizi çekebilir