• DOLAR 32.512
  • EURO 34.873
  • ALTIN 2451.375
  • ...
Hewlêrî berîya bernameya mewlûdê hest û ramanên xwe parve kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew ê li Hewlêra paytexta Kurdistana Başûr ji ber minasebeta wîladeta Hz. Muhammed bernameya wîladeta pîroz bê lidarxistin ku ji ber vê yekê Hewlêrî kêfxweş û dildaş in û amadehîya bernameyê dikin. Di vê çarçoveyê de temamê kolan û sûkan bi afîş û pankartan hatin xemilandin.

Berîya bernameyê Hewlêrî derbarê bernameyê de hest û ramanên xwe ji ÎLKHAyê re anîn zimên.

Welatîyê bi navê Refîq Xoşnaw derbarê mijarê de got, "Ev merasima Resûlê Xwedê di serdema Siltan Muzefereddîn de li seranserê herêma Kurdistanê dest pê kir. Siltan di serdema xwe de hukumdarê Hewlêrê bû. Sultan Muzaferreddîn xwedî kesayetek bû ku girîngiyeke mezin dida jiyana Resûlê Xwedê.Ez dixwazim ku ne tenê parlamentoya Kurdistanê, ya Iraqê jî girîngiyê bidin vê yekê. Bila îro betlaneya fermî îlan bikin û ji bo nirxê îro di nav raya giştî de xebatan bikin

Xoşnaw, di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir bernameya Mewlûdê li herêma Kurdistan û Iraqê bi şahiyekê tê pêşwazîkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mewlûd bi coşeke mîna şahîyê tê pîrozkirin. Li herêma Kurdistan û Iraqê ev merasîm bi rastî jî wek Remezan û Qurbanê girîngî jê re  tê dayîn. Sibe, dê hemû mirov ji bo jidayikbûna Resûlê Xwedê li vê meydanê bicivin. Hemû gelê Kurd vê rojê li mala xwe bi awayekî taybet pîroz dikin.Ez dixwazim hemû alî li dora maseyekê bicivin û girîngiya îro vebêjin. Divê ew zanibin ku mirovekî mezin mîna Resûlê Xwedê li dinyayê nemaye.  Ew bi xwe jî rehmet kir. Bila însan wê mirinê bixin rojeva xwe û ji mirinê dersê bigirin. Helbet ez vê tenê ji bo Kurdistanê nabêjim. Divê hemû Iraq, hemû mirovahî vê bizanibin.”

"Ev roj ji bo tevahiya alema îslamê rojeke mezin e"

Yek ji esnafên Hewlêrê Ferîddûn Ezîz jî  diyar kir ku xelkê Hewlêrê bi minasebeta bernameya mewlûdê ciyên karê xwe dixemilînin û got: “Her sal xelkê Hewlêrê dikanên xwe li ser salvegera jidayikbûna Resûlê Xwedê dixemilînin, xwarinê çêdikin û şîraniyan belav dikin. Ji ber vî karê bazara sergirtî, bi taybetî xelkê Hewlêrê îro tên û serdana bazarê dikin. Îsal ji ber pandemiyê aram derbas dibe. Ger pandemî tunebûya, dê ronahî û xemlên cihêreng dê sûk hatibana xemilandin û bername û merasîm zêdetir dihatin kirin. Ev roj ji bo hemî alema Îslamê rojeke girîng e. Ev rojek gerdûnî ye. Biya min temamê Mislimanan vê yekê dizanin.”

Rojnamegerê bi navê Muhammed el-Qaysî jî derbarê mijarê de destnîşan kir, ev bernameya ku ji ber minasebeta wîladeta Hz. Muhammed tê lidarxistin bernameya mezintirîn e ku Herêma Kurdistanê û Iraqê tê lidarxistin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber minasebeta wîladeta Pêxemberê me li seranserê welêt bername tên lidarxistin. Di vê rojê de dikandar şîranîyan belav dikin, mewlûdê dixwînin û merasîman li dar dixin.Ev roj ji bo me rojekî mezin û muhîm e.Resûlê Xweda bes ne ji bo me ji bo temamê aleman rehmet e. Resûlê Xwedê ji bo me him rehber  û him jî çavkanîya heyatê ye.”(ÎLKHA)



















































Bu haberler de ilginizi çekebilir