Li Herêma Kurdistanê 20 kes ji Coronavîrusê mirin û 464 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 464 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 20 kes ji ber Coronavîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 6124 kesan; her wisa bi pêketina 464 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 349 hezar kesan.(ÎLKHA)