• DOLAR 32.22
  • EURO 34.734
  • ALTIN 2450.849
  • ...
Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derveyê Qeterê civiya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bergeha ziyareta ku hat kirin Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê li Dohaya paytexta Qatarê li gel Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman El Sanî, Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Qeterê civiya.

Di kombûnek da her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Qeterê kirin û behsa derfeta sermayeguzarî û veberhênana Qeterî li Herêma Kurdistanê û li wir ve jî ji bo tevahiya Iraqê kirin bi taybetî li wan waran da ku ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê pêwîstin. Her wiha hengavên vekirina Konsolxaneya Giştî ya Qeter li Hewlêrê guftûgo kirin.

Rewşa Iraqê û encamên hilbijartina Encumena Nûneran û proseya siyasiya li welat, pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û çend pirseke girîng û hevbeş, mijareke dinê kombûnê bûn.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir