Encamnameya Hevdîtina 6emîn a Aliman hat weşandin
Îsal ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan ve 6emîn Hevdîtina Aliman hat tertîpkirin.
Hevdîtin bi beşdarbûna alim û rewşenbîrên ku ji çar parçeyên Kurdistanê û gelek welatên Îslamê hat tertîpkirin. Di hevdîtinê de meseleyên derheqê alema Îslamê û meseleya Kurd pêşkêşî hatin kirin.
Piştî bernameyê encamnameya hevdîtinê bi raya giştî re hat parvekirin.
Temamê metna encamnameyê:
Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm
Hemd ji Rebbê ‘alemê re ye, selat û selam li ser rehberê însaniyetê pêxemberê me Hz. Mûhemmed û li al û eshabê Wî be.
Me bi ‘ewn û alîkariya Xweda, hevdîtina ‘aliman a 6an pêk anî. Di pey pêşkêşî, nirxandin û şêwirînan, beşdarên me yên ezîz li ser xal û xisûsên li jêr mutabiq bûne:
Armanca yekîtiya muslumanan, ne meqsedeke hêsan e, ev yek ne hewceyê gotinê ye. Ji lew dema em behsa yekîtî û îttîhada muslumana dikin, em dizanin ku wê ev armanc, tavil û zûbizû pêk neyê. Lê divê evya, ji gavên ku wê di vê rêyê de bên avêtin re, nebin asteng. Lewra her qonaxa di vê rê de pêkhatî, ewê me hê bêtir nêzî meqsedê bike. Di vî warî de gava pêşîn, bi dil hezjêkirina muslumana ye. Şert û merc çi dibin bila bibin, ehl û cemaetên muslumanan qerar û biryarê bidin ku wê gule berî hev nedin, di vê rêyê de ewê qonaxeke pir girîng a pêkhatî be.
Wezîfe û peywira hemî ummetê ye ku li ber normalbûna bi Îsraîlê rabe û dijminantiya îsraîlê bike heta ku ji warên muqeddes û pîroz ên îşxal kiriye bê qewirandin. Ev berxwedan, potansiyela ku muslumanan li dor Quds û Mescîda ‘Eqsayê bike yek jî, di xwe de dihewîne. Bêşek, di vî warî de şiyarkirina ummetê jî, wezîfeya ‘alima ye ku ji vê xisûsiyetê herî zêde agahdar in.
‘Alema ğerbê dizane ku li ber xeyala wan a pêkanîna medeniyeta tenê dijî, Medeniyeta Îslamê ye. Ji lew bi hemî derfet û îmkanên xwe êrîşî Îslam û muslumanan dike. Li ber van êrişan wezîfeya me ya herî girîng, li ber çavê ‘alema dinyayê, eşkerekirina van êrişan e û paşê jî bi propagandeke qewî, li hemî cîhanê nîşandayîna meznantiya medeniyeta Îslamê ye.
Pandemiya Covid-19ê (kovîd nozdehê), çawa dinya xistiye bin bandora xwe, bi şiklekî dijwar li me û civaka me jî tesîr û bandorê dike. Weha xuya dibe ku wê ev bandor, çend salên din jî berdewam be û belkî bi pandemiyên nû ev rewş dûr û dirêj bibe. Ji ber vê yekê, divê meriv xwe hînî jiyana bi vê rewşa pandemiyê bike û meriv nehêle ku ev pandemî, îbadet û ilm û tedrîs û mesûliyetên me yên civakî li paş bihêle.
Çawa bêyî behsa fermandarê mezin Selaheddîn Eyyûbî, nivîsandina tarîxa Qudsê ne mumkun e, bêyî behsa Kurdan jî nivîsandina Qudsê ne mumkun e. Kurd di her dewrê de, jibo Qudsê mesûliyetên xwe dizanibûne û hewla pêkanîna van berpirsiyariyên xwe dane. Îro jî di îdraqa van mesûliyetên xwe de ne.
Kitêbên me yên ‘eqîdeyên ên berê, di dewrên xwe de, cewab û bersivên xweşik dane êrişên bi ser Îslam û baweriya Îslamê de. Lê îro bi şiklekî cipcuda êrişên nû tên kirin. Bi kitêbên me yên klasîk, ne mumkun e ku meriv bersivê bide van êrişên îroyîn. Ji lew weka li her derê dinyayê, divê li coğrafyaya Kurdan jî, li ber van êrişên bi ser baweriya Îslamê de, xebatên ciddî bên kirin, evan êriş bi delîlên mentiqî yên qani’ dike bên berterefkirin.
Mesûliyeta dînî, pêwist dike ku meriv parastin û mudafaa heqê her kesê heqdar bike. Îro Kurd ji gelek aliyan ve ji heqên însanî mehrûm in. Parastina van heqqan, hewldayîna hewce ya ji bo lêvegerandina van heqqan, wecîbeke dînî û însanî ye.
Jihev parçebûn û tefrîqa, deriyê her xerabiyê vedike; yekîtî û pevrebûn jî bi heman şiklî deriyê xêrên mezin vedikin. Ji lew jibona Kurd, bigihêjin asteke ku wê karibin dubendiyên navxweyî behs bikin û çareser bikin, roleke mezin a ‘aliman heye. Bêşek ji bo ‘alim vê rola xwe pêk bînin jî, mesûliyetên ehlê rêber û rîyasetê hene.
Kurdan, wek endamekî ummeta Îslamê di tarîxê de, xizmet û kedkariya Îslam û kulliyata kultura Îslamê kirine. Ji Îbnû Salah heta Îbnî Esîr, ji Amîdî heta Îbnî Teymîye û di dewra me de, ji Babanzade Ehmed Naîm heta Ustad Seîd Nûrsî, bi hezaran ‘aliman, ala ‘ilmê hilgirtine û îro jî ewê hilgirtina vê alayê bidomînin înşallah. (ÎLKHA)