• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Dr. Îrfan Reşîd: Îslamê tu pirsgirêkê bêçareserî nehiştiye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref ÎTTÎHADUL ULEMA ve Hevdîtina Aliman a 6emîn tê lidarxistin. Dr. Îrfan Reşidê ku ji Herêma Kurdistana Iraqê beşdarî bernameyê bû di bin navê “Şoba Coronayê Bi Şikleke  Menfî Tesîr Li Ser Heyata Însên A Ilmî, Îbadî û Civakî Hişt Ku Ji Bo Ev Tiştên Menfî Bên Rakirin Divê Çi Kar û Xebat Bên Kirin?” de pêşkêşîyek kir.

“Şerîata Îslamê dikare temamê meseleyan çareser bike”

Reşîd di pêşkêşîya xwe de destnîşan kir, em niha bi nexweşiya Coronavirus re rû bi rû ne. Vê nexweşiyê gelek bandorên neyînî li paş xwe hiştiye û dû re wiha got: “Vîrusa koronayê muameleyan mirovan bi awayekî radîkal guherand. Di encamê de, hem komîteyên fetwayê û hem jî meclîsên zanistî mecbûr man ku li ser mijarên ku di encama Coronavîrusê de derketine fetwayên nûjen bidin. Şerîaya Îslamê potansiyela bersivdana her pirsgirêka ku em pê re rû bi rû ne û em ê rû bi rû bibin dikare bide. Xweda di Qur’anê de, Pêxemberê me di sunneta xwe de qala hukmê temamê meseleyan nekiriye. Lewra mesele tên guhartin û nû dibin. Ji ber vê yekê em ulemaya Îslamê dikarin bersive van probleman bidin.”

"Niha cîhan bi krîzên mezin ên aborî re rû bi rû ye”

Reşîd di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir,  temamê cîhanê bi krîzên mezin re rûbirû maye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Coronavîrusê bandorek neyînî li jiyana mirovan kir. Gelek kes di peydakirina xwarinên bingehîn de zehmetiyan dikişînin. Tam di vî warî de zekat dikare bersiva vê îxtîyacê bide. Bê guman, birêvebirina qeyranan û diyarkirina tiştên ku di demên dijwar de têne kirin xususên bingehîn ên şerîeta Îslamê ne.Şerîaya Îslamê tu carî tu qeyran an pirsgirêkek bêserûber û bêbersiv nehiştiye. Ji ber vê sedemê , zekat dikare di demên şer, birçîbûn û nexweşiyan de zû were dayîn. " (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir