Li Herêma Kurdistanê 26 kes ji Coronavîrusê mirin û 1099 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 1099 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 26 kes ji ber Coronavîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 6080 kesan; her wisa bi pêketina 1099 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 345 hezar kesan.(ÎLKHA)