Li Norwêcê di êrîşa bi tîr de 5 kes mirin
Li bajarokê Kongsberga li nêzîkî paytext Oslo, 5 kes di êrîşeke bi tîr de hatin kuştin.
Polîsê Norwêcê li ser rûpela xwe ya fermî ya Twitterê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ku kesekî bi tîr û kevan bi awayekî bêserûber tîr li mirovan xist ku kesê êrîşkar hate binçavkirin.
Televîzyona dewletê ya Norwecê NRK ragihand ku di êrîşa tîrên de herî kêm 5 kes mirin. (ÎLKHA)