• DOLAR 32.492
  • EURO 34.842
  • ALTIN 2441.56
  • ...
ÎTTÎHADUL ULEMA bernameya hevdîtina aliman  a 6emîn dê li dar bixe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

ÎTTÎHADUL ULEMA ji sala 2015an heta îro her sal bi tevî alimên bi qîymet li Diyarbekirê civîna “Hevdîtina Aliman” li dar dixe ku ew ê îsal ev bername bê tertîpkirin. Lê belê ji ber şoba coronayê bername dê onlîne bê tertîpkirin.

Sekreterê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Molla Muhammed Ozer  derheqê hevdîtinê de daxuyanî belav kir û destnîşan kir, hevdîtin 16ê Cotmehê roja şemîyê bê tertîpkirin û ew ê di proxramê de derheqê zorî û zehmetîyên ku alema îslamê di nav de ye û ew ê hewldanên înkarîyê ya ku tê xwestin di nav Kurdan de bê belavkirin dê were bidestxistin.

“Proxram ew ê bi online were çêkirin”

Molla Muhammed Ozer derheqê naveroka bernameyê de destnîşan kir :“ 6emîn  hevdîtina aliman vê şemîyê di seat 10.00an de bê tertîpkirin. Ji ber pandemîyê hatina mêvanên me yê di nav welat û derveyê welat de bi zehmet e ku em ê înşaallah îsal jî bernameya xwe li ser proxrama zoomê tertîp bikin.”

Ji teref Ozer ve hat ragihandin ku heta îro meseleyên me yê derheqê van hatine mizakere kirin qirar li ser wan hatine dayîn û qerarên ku hatine dayîn jî bi emelî hatine çêkirin.

Ozer di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, meseleyên ku heta îro di bernameyan de hatine axavtin di sehayê de tên tetbîqkirin. Ozer dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îsal me du heb mijaran hilbijart. Yek: Zor û zehmetîya ku alema îslamê di nav de ye. Ya duyemîn: Çend meseleyên ku Kurdan eleqedar dikin. Mînak; Sekretêrê Giştî yê Alimên Cîhanê Dr. Alî Karadaxî dê di bernameyê de derheqê asayîbûna ereban a bi siyonistan re de axavtinekê bike.

“Ew ê di bernameyê de ji bo di nav Kurdan de aştî bê sazkirin gotûbêj bên kirin”

Ozer di berdewama  daxuyanîya xwe weha got: “Ku em behsa ser meseleyên Kurdan bikin, tê zanebûn ku li ser cîhanê bi şeklê cidî rêbazekî nû ya înkarkirinê tê belakirin û ev rêbaza înkarkirinê li ser alema îslamê û bi taybetî jî tesîr li ser Kurdên misilman  dike. Çeşîd bi çeşîd rêya înkarkirinê hene. Rasterast Xwedê nadin înkarkirin, dibêjin çi? Dibêjin hukmê Rebbê we bes li asîmanan derbasdar e.Em difikirin ku van gotinan û van meseleyan projeyên neyarê dînê îslamê ne û bi zanabûn dikin nav welatên me û nav xelkên me. Van projeyan hinek hinek di nav Kurdan de jî belav dibe. Alimên hevdîtinê derheqê vê meselê de qenaat, fikir û tiştên ku divê werin kirin dê bipeyîvin.”

Ozer îfade kir di bernameyê de dê meseleya aşîtîya di nav kurdan jî were peyivîn û dû re weha li axavtina xwe  zêde kir: “ Di bernameya me da dê meseleya ‘aşîtîya navxweyî ya kurdan’ bê nirxandin. Çawa di nav alema îslamê de zehmetî û tengasî hene di nav Kurdan jî tengasî û zehmetî hene. Ji bona wan zehmetî û tengasîyan çareserî çî ye û em dikarin çi bikin? Melûme ku Kurd li ser welatên îslamê bela bûne û bûne 4 parçe. Hinek heqê wan hene û heqê xwe nikarên bidestxin, di nav wan da tengasî û zehmetî heye. Ev tişt bi tevahî di vê bernameyê de dê were xeberdan û ji bona çareserîyê  fikr û qerar di danazana encamê ya bernameyê de were dayîn  û ev ê bi raya giştî re were parvekirin.”  (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir