Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 973 kes ji ber coronavîrusê mirin
Di 24 dawî de li Rûsyayê bi 29 hezar û 409 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin û 973 kes jî ji ber coronavîrusê mirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 28 hezar kesan li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket zêdetirî 7 milyon û 832 hezar kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 973 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 218 hezar û 190 kesan.(ÎLKHA)