Li Entabê 87 kîlo eroîn û 30 kîlo benîştê Afyonê hat qefaltin
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ragihand ku li Entabê 87 kîlo eroîn û 30 kîlo benîştê Afyonê hat qefaltin û şikdarek jî hat binçavkirin.
Wezîr Soylu, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku operasyon ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Parêzgeha Gazîentabê ve hatiye kirin.
Wezîr Soylu diyar kir ku di encama şopandin û operasyona ku ji teref Midûriyeta Ewlehiya Parêzgehê ve hat kirin da 87 kîlo eroîn û 30 kîlo benîştê Afyonê hatin qefaltin û şikdarek jî hat binçavkirin.(ÎLKHA)