Li DYA’yê balafireke biçûk ket: 4 kes mirin
4 kes di encama ketina balafireke biçûk ya li eyaleta Georgiayê de mirin.
![Li DYA’yê balafireke biçûk ket: 4 kes mirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/QlXwVGKVmqmgPdRNvkDFgJ--KlM=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/21/40/li-dyaye-balafireke-bicuk-ket-4-kes-mirin-05843115.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Qeza li herêma De Kalb a eyaleta Georgia çêbû. Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Amerîkayê de derketine, balafireke biçûk a Cessna-210 ji ber sedemeke nediyar ketiye.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku balafir di dema daketinê de wergeriyaye û agir pê ketiye. Hat îfadekirin ku di balafirê de 4 kes hebûn û tu kes xelas nebû. (ÎLKHA)