Li Meksîkayê 713 kes ji ber Coronayê mirin û hejmara mirîyan derket li ser 280 hezaran
Li gorî daneyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê hatine belavkirin di 24 seatên dawî de li welêt 713 kes ji ber vîrusê mirin.
Bi mirina 713 kesên din hejmara mirîyan derket 280 hezar û 607 kesan.
Li gorî daneyan di 24 seatên dawî de 7 hezar û 697 kes bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 3 milyon û 699 hezar û 221 kesan.(ÎLKHA)