Minibusa karkerên zireatê qulibî:18 birîndar
Li navçeya Gumuşhacikoya Amasyayê minibusa ku karkerên zireatê tê de bûn qulibî.
Hat hînbûn ku qeza derdora serê sibê li rêya Osmancık-Gümüşhacıkoyê ji ber windakirina hakîmîyeta dîreksîyonê pêk hat.
Di qezayê de 18 kes birîndar bûn û birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve hatine rakirin li nexwaşxaneya Merzîfonê.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)