Li Nîjeryayê êrîş li kesên ku ji camîyê derdiketin hat kirin
Hat daxuyandin ku li wîlayeta Katsînê êrîş li cemaata camîyê hat kirin.
Di encama êrîşa çekdarî ya ku hat kirin de herî kêm 10 kes canê xwe ji dest dan û gelek mirov jî birîndar bûn.
Di êrîşa ku li herêma Kaura-Namonda wîlayeta Zamfarayê hatîye kirin de 19 kes canê xwe ji dest dan û gelek xanî jî hatin şewitandin.
Hat ragihandin ku hêna jî kes li êrîşê xwedî derneketîye. (ÎLKHA)