Li Herêma Kurdistanê 9 kes ji Coronavîrusê mirin û 1360 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 1360 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 9 kes ji ber Coronavîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 5946 kesan; her wisa bi pêketina 1360 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 337 hezar kesan.(ÎLKHA)