Li Herêma Kurdistanê 13 kes ji Coronavîrusê mirin û 1532 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 1532 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 13 kes ji ber Coronavîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 5924 kesan; her wisa bi pêketina 1532 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 335 hezar kesan.(ÎLKHA)