Wezareta Karên Hundir ê Efxanistanê: Di êrîşa li Kabîlê de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
Doh li Kabîla paytexta Efxanistanê êrîşa bombeyî hat lidarxistin ku derbarê vê êrîşê de ji teref Wezareta Karên Hundir ê Efxanistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di encama êrîşa bombeyî ya ku doh piştî nimêja nîvro li nêzî Camîya Îdgahê hat lidarxistin de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.,
Tê diyarkirin êrîş di dema merasîma cenazeya ku ji bo dîya Zebîullah Mucahîd dihat lidarxistin de hat lidarxistin.(ÎLKHA)