Li Herêma Kurdistanê 19 kes ji Coronavîrusê mirin û 438 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 438 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 19 kes ji ber Coronavîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 5911 kesan; her wisa bi pêketina 438 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 334 hezar kesan.(ÎLKHA)