Mersûr Barzanî pêşwazî li şanda Yekîtiya Zanayên Îslamî kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li serokê Yekitiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî doh pêşwazî li serok û endamên rêveberiya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê kir.
Di civînê de Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê Mela Ebdullah Weysî pesnê çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê da û piştevaniya zanayên Îslamî ji bo proseya çaksazî û rûbirûbûna gendelî û hewldanên Serokwezîr ji bo derbaskirina qeyranan û baştirkirina jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî rola girîng a zanayên îslamî di hişyarkirina civak û pêşvebirina kultura pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê de bilind nirxand.
Mesrûr Barzanî hêviya xwe anî ziman ku zanayên olî di rûbirûbûna hizra tundrew û berevanîkirina maf û destkeftên gelê Kurdistanê û mijarên niştimanî û pêşvebirina peyama lêborînê û xoşewîstiyê di nav civakê de berdewam bin.(ÎLKHA)