Hejmara kesên ku di şerê çeteyên li girtîgehê de mirin derket 116 kesan
Berî vê du rojan li Ekvadorê di girtîgehê de di navbera çeteyan de şer û pevçûn derketibû ku ji ber vê şer û pevçûnê hejmara mirîyan her ku diçe zêdetir dibe.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber şerê ku di navbera çeteyan de rû da de heta niha 116 kes mirin û 80 kes jî birîndar bûn.
Derbarê mijarê de ji teref Guillermo Lassoyê Serokê Dewleta Ekvadorê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Guillermo Lasso di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ji ber meseleya ku rû daye li temamê girtîgehan heta 60 rojan rewşa awarte hatiye îlankirin.
Dîrektorê Giştî yê Pergela Girtîgehê Bolivar Garzon jî destnîşan kir, şer û pevçûn ji ber berberî û lîdertîyê hatiye kirin.(ÎLKHA)